Li ser sînorê Ermenîstanê û Azerbaycanê şer

Hate diyarkirin di navbeyna Ermenîstanê û Azerbaycanê de şer derketiye û winda hene.

Li gorî daxuyaniya niviskî ya Wezareta Berevaniyê ya Ermenîstanê hêzên Azerbaycanê êrîş birine ser hêzên Ermenî û ji eniya Ermeniyan kuştî û birîndar hene.

Her wiha hate diyarkirin du mewziyên leşkerî ji dest Ermenîstanê derketne.

Azerbaycan bi desteka Tirkiyê payiza 2020'an ji bo ku Qerebaxê dagirker bike operasyon dabû destpêkirin. Di şer de 6500 kes hatibûn kuştin. Piştî şerê ku şeş heftiyan dom kirî peymana agirbestê hatibû danîn.