Li ser sînor bazara leşker û çeteyên DAIŞ'ê!
Li ser sînor bazara leşker û çeteyên DAIŞ'ê!
Li ser sînor bazara leşker û çeteyên DAIŞ'ê!
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe vala kirin û hatin ser xetê, wesayîtên xwe li ser sînor hiştin. Kobaniyên ku li ser sînor nobeda wesayîtên digirin rastî zilma leşkerên Tirk tên. Welatiyan anîn ziman ku leşker wesayîtan pêşkêşî çeteyan dikin û ji bo leşker bi rehetî vî karî bikin naxwazin li sînor nobed li ber wesayîtan bê girtin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe vala kirin û hatin ser xetê, wesayîtên xwe li ser sînor li pey xwe hiştin. Gelek ji welatiyan li ser sînor li ber wesayîtên xwe yên li ser sînor hiştin nobedê digirin. Malbatên ku derbasî gundê Pirsûsê bûn, xwarinê dibin ji zarokên xwe yên nobeda wesayîtan digirin. Welatî li ser sînor rastî neheqiyên leşkeran tên. Welatiyan diyar kirin ku leşker ji bo ku çete bi hêsanî wesayîtan bidizin zorê li welatiyên Kobanê dikin. Welatiyan anîn ziman ku çeteyên tên wesayîtan dibin tekbîrê tînin û diyar dikin ku êdî wesayît ên wan in. Welatiyên ku derbasî ser sînor bûn anîn ziman ku niha bi hezaran xizmên wan ji bo nobeda wesayîtan bigirin li bin xetê mane û ji ber rastî astengiyên leşkeran tên nikarin xwarin û avê bibin ji wan re.
Bi sedan Kobaniyên ku di navbera gundê Zehwan û Kikanê de li ser sînor nobedê digirin, diyar kirin ku ji ber zextên leşkeran nikarin xwarin û vexwarinê bibin ji xizmên xwe. Welatiyê bi navê Ezîz Berkel ê hatiye gundê Zehwanê diyar kir ku wî ji bo birayê xwe xwarin aniye ser sînor, lê rastî astengiya leşkeran hatiye û got: "Leşkeran neheqî li me kirin û li me dan. Bi sedan welatiyên Kobanê tên vir ku xwarinê bibin ji xizmên xwe re, lê rastî neheqî û lêdana leşkeran tên. Xizmên me yên li ber wesayîtan nobedê digirin nêzî 2 meh in birçî û tî ne. Em nikarin xwarin û avê bibin ji wan re. Leşker çima zor û zahmetiyan derdixînin pêşiya me. Welatiyên bi navê Veyso Îbrahîm Heranî û Muhamed Habeş Xelîl rastî lêdana leşkeran hatin."
'TEKBÎRAN TÎNIN Û WESAYÎTÊN ME DIBIN'
Welatiyê bi navê Mistefa Şêran ku li ber xetê nobedê digire jî anî ziman ku ew di nava zor û zehmetiyê de ne û got: "Leşker li şûna alîkariyê bide me, astengiyan ji mere derdixe." Welatiyê bi navê Cûma Îbrahim anî ziman ku 2 endamên DAIŞ'ê hatin cem wan û diyar kirin ku wesayîtên wan malê Dewleta Îslamê ne. Îbrahîm da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê tekbîr anîn û wesayîtên wan ji xwe re birin.
Welatiyên ku li ser sînorê di navbera gundê Merdesimêl û Kazika nobedê digirin jî anîn ziman ku li ser sînor Qereqola leşkeran a Mert İsmail heye û nêzî 300 wesayîtên wan li bin xetê mane. Welatiyan da zanîn ku leşker wesayîtên wan difiroşin çeteyan û ji ber vê yekê naxwazin welatiyên Kobanê li ser sînor rawestin. Welatiyê Kobanê Sebrî Emin anî ziman ku wî ji bavê xwe re xwarin bir, lê leşkeran li wî da û neheqî li wî kir. Welatiyan anîn ziman ku leşker ji bo firotina her wesayîtekê komîsyonê digire û naxwaze ku nobed li ser sînor bê girtin.