Li ser pasaporta ‘xeta çep û rast a sor’
Nûçegihan Halîl Ibrahîm Cengîz dema ku ji bo ku dema pasaporta xwe dirêj bike çûyî Dusseldorfê bi gotina ‘li ser navê te xeteke sor a çep û rast heye’ û paş ve hate vegerandin.
Nûçegihan Halîl Ibrahîm Cengîz dema ku ji bo ku dema pasaporta xwe dirêj bike çûyî Dusseldorfê bi gotina ‘li ser navê te xeteke sor a çep û rast heye’ û paş ve hate vegerandin.
Halîl Ibrahîm Cengiz ê nûçegihan ku li Elmanya dijî, piştî ku dema pasaporta wî ya Tirkiyê diqede beriya bi çend rojan diçe Konsolosxaneya Dusseldorfê, dixwaze ku were dirêjkirin, lê karmendê Tirk, dibêjiyê li ser navê wî xeteke sor a çep û rast heye û wê nikaribe daxwaza wî bi cih bîne. Karmend jê re got ji bo ku ew zêdetir bibe xwedî agahî divê biçe Tirkiyê.
Cengîz got AKP li Tirkiyê heman tiştî bi muxalîfan dike û dixwaze vê li Ewropayê jî bike û Konsolosxaneya Tirk weke şûbeyên AKP’ê dixebitin. Cengiz wiha got: ‘’Dema ku ji bo pasaporta xwe dirêj bikim çûme Konsolosxaneya Tirk a Dusseldorfê bi hinceta ku Wezareta Dadmendiyê li ser min doz vekiriye ez hîn bûm ku pasapota min betal bûye. Dema ku min sedema wê pirsî gotin, ‘li ser navê te xeteke sor a çep û rast heye. Em nikarin agahiya zêdetir bidine te, heke tu biçî Tirkiyê dikarî zêdetir agahdar bibî. Li ser vê babetê li gel ku min belgeya fermî xwest jî ev nehate qebûlkirin.
EZ Ê JI RÊYA XWE YA KU RAST DIZANIM VENEGERIM
Cengîz got, ‘ez ê ti caran ji rêya xwe ya ku ez rast dizanim venagerim’ û got ew nûçegihanekî Kurd e û peywira wî ye ku zilm û zordariya li ser gelê xwe vebêje. Cengîz got, ‘’ez alîgir im, li dij dîktatoriya Erdogan im. AKP tehemûlî hebûna Kurdan jî nake, bajaran hildiweşîne, talan dike, mirovan bi saxî dişewitîne, mirovên welatparêz ji kar davêje. Ez li dij van nikarim bêdeng bimînim. Me dikin hedef, vê di çav me re dikin û dixwazin me bêdeng bikin. Ez ê qet ji ya xwe neyêm xwarê. Ji ber tirsa xwe pasaporta min betal kirine.’’
Cengiz di rojnameyeke xwecih a Agirê ye dest bi nûçegihaniyê kir. Demeke dirêj li çapemeniya xwecih xebitî. 2012’an li Elmanya bi ich bû, li ser hesaê xwe malperek vekir, bêhtir gendeliyê AKP’ê yên li Agiriyê kire nûçe. Ji bo vê jîg elek caran malpera wî hate astengkirin. Li ser wî doz hatin vekirin û li Wuppertalê bang lê kirin ku biçe dadgehê û îfadeya wî hate standin. Cenîz piştî ku malpera wî hate girtin li ANF’ê nûçegihaniyê dike.