Li ser Komkujiya Parîsê pêvajoyeke nû dest pê dike

Di ser Komkujiya Parîsê re ku sê şoreşgerên Kurd hatin kuştin, şeş sal derbas bûn. Kujer li girtîgehê bi rengekî gumanbar mir û doza ku lê dihate darizandin hate girtin. Lê belê du dosyayên nû vebûn.

Komkujî 9'ê Çileya 2013'an li navenda Parîsê, li avahiya bi hejmara 157'an a li kolana La Fayette ya li nêzî gara trenê (Gare du Nord) pêk hat. Cenazeyên sê jinên Kurd li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê zêdeyî 12 saetan di nava xwînê de li erdê man. Hovîtiya ku li nava avahiyê hatibû kirin, nîvê şevê saet 1'ê hate bihîstin û dîtin. Cenazeyên her sê jinan li erdê dirêjkirîbûn ku fîşek berdabûn serê wan.

Kurdên ku bi bûyerê hesiyan, berê xwe dan kolana La Fayetteyê. Agahiyên destpêkê saet derdora 3'an belav bûn. Êdî eşkere bûbû, yên hatin kuştin: ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) bûn. 14 saet di ser komkujiyê re derbas bûn. Kujer di nava rojê de çeka xwe veşartibû, lê nekarîbû şopên wê veşêre. Jê hebû ku înfaz bi rengekî bê qisûr kiriye. Di nava kesên ku destpêkê hatin cihê bûyerê de ew jî hebû. Pê bawer bû ku kesê jê nekeve nava gumanan. Piştî 13-14 saetan, komkujiya ku ji aliyê kujerê bi navê Omer Guney ve hate kıirin li dinyayê belav bû.

Ji Parîsê heta tevahiya Ewropayê, ji wir jî heta Emerîka, Rûsya, Efrîka, Awûstralya û çiyayên Kurdistanê, gelê Kurd kete nava şokê. Kurdan hîn ji kêliya destpêkê ve zanîbûn bê kiryar kî ne. Ya rast, her kesî zanîbû ku kiryar dewleta Tirk û servîsên wê ne. Komkujî di demeke welê de hate kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk dest bi hevdîtinan kiribûn.

BERÊ IŞARETAN LI ENQEREYÊ BÛ

18'ê Çileyê ji bo kujer bûbû rojên dawî. Ji dîmenên kamera û îfadeyên hatin girtin, agahî hatin bidestxistin. Piştre pasaporta wî ya ku veşartibû, serdanên ji bo Tirkiyeyê û şopa barûtê ya di çenteyê wî de bû, qeyda deng a hevdîtina veşartî ya li Enqereyê bi MÎT'ê re kir, fermannameya bi sernavê 'veşartî' ya MÎT'ê ji bo înfazkirina Sakîne Cansiz jê re hate dayin, hevkarê wî yê sûc ê li Elmanyayê, plana reva ji girtîgehê û gelek gotinên şahidan li delîlan zêde bûn. Delîlên bi dest ketin, hemûyan nîşan didan ku ferman ji Enqereyê hatiye. Di gilînameyê de jî bi rengekî eşkere rola MÎT'ê ya di komkujiyê de dihate destnîşankirin. Ji ber ku Enqereyê red kir ku di lêpirsînê de hevkariyê bike, aliyê Tirkiyeyê yê lêpirsînê timî xumamî ma. Yên ku fermana komkujiyê dan, di gilînameyê de bi rengekî hiyerarşîk nehatin tespîtkirin. Servîsên îstîxbaratê yên Fransayê belgeyên veşartî yên li ber derstê xwe eşkere nekirin. 'Sira dewletê' kirin hincet û tenê çend agahiyên ku ji aliyê raya giştî ve tên zanîn, eşkere kirin.

MIRINA BI GUMAN Û BÛYERÊN PIŞTÎ WÊ...

Kujerê girtî Omer Guney, çend hefte piştî destpêkirina dozê, dawiya sala 2016'an ji nişka ve li girtîgehê bi rengekî gumanbar mir. Doza der barê wî de hatibû vekirin di pratîkê de betal bû. Lê belê malbatên her sê şoreşgeran û Kurdan red kirin ku doz bi vî rengî bi dawî bibe û xwestin, yên fermana komkujiyê dane werin eşkerekirin û darizandin. Kurd bi salan her hefte li kolana La Fayetteyê li hev civiyan û her sê jinên Kurd ên şoreşger bi bîr anîn.

Dawiya dawî 12'ê Adara 2018'an giliyekî nû hate kirin. Parêzerê malbatên qurbaniyan Antoîn Comte meha Adarê bal kişand ser planên êrîşê yên dewleta Tirk ên li Elmanya û Belçîkayê û têkiliya van planan bi kuştina sê şoreşgerên li Parîsê ve danî. Comte got, "Em daxwaza dadgerekî dikin ku karibe van hemû faktoran lêkolîn bike."

PIŞTÎ ŞEŞ SALAN

Malbat û parêzerên wan, piştî şeş salan li bendê ne ku di her du dosyayan de gav bê avêtin. Yek ji van; dixwazin ku yên fermana komkujiyê dane û tora înfazê ya li Ewropayê bên eşkerekirin. Ya din jî; fona ji bo mexdûrên terorîzmê hatiye veqetandin, ji bo her sê jinên Kurd jî bikeve dewrê.

Parêzer Jean-Loûîs Malterre ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan ji bo her du dosyayan sala 2018'an serlêdan kirin û li bendê de ku di vê mijarê de gav were avêtin.

Malterre bal kişand ser naveroka dosyaya bi daxwaza lêpirsîna nû hatiye pêşkêşkirin û li ser planên sûîqestê yên li Belçîka û Elmanyayê got, "Ji aliyê servîsên taybet ên Erdogan ve hatin organîzekirin." Malterre diyar kir, ji aliyê rêbazê ve dişibin cînayeta li Parîsê.

Agahiyeke din a nû ku li nava dosyayê hatiye bicihkirin, nûmarayên bi krîpto ye ku kujer Guney li wan geriyabû.

RAYEDARÊN MÎT'Ê YÊN DI DESTÊ PKK'Ê DE NE, LI KOMKUJIYÊ MIKUR HATIBÛN

Belgeyeke din a ku hate pêşkêşkirin, mikurhatinên du rayedarên payebilind ên MÎT'ê ye ku di destê PKK'ê de ne. Berpirsyarên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û ydin Gunel ku 4'ê Tebaxa 2017'an li Başûrê Kurdistanê dema plana sûîqestê dikirin bi operasyoneke taybet hatin girtin, li komkujiyê mikur hatin. Dîmenê mikurhatinê meha Çileyê li AnF'ê hate weşandin. Her du rayedarên MÎT'ê gotimn ku komkujiya li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin. Ji xwe fermannameya MÎT'ê ya bi sernavê 'veşartî' ku 14'ê Çileya 2014'an eşkere bû û qeyda deng a 12'ê Çileya heman salê li ser medya civakê belav bû, mikurhatinên rayedarên MÎT'ê piştrast dikirin.

SERLÊDANA JI BO TAZMÎNATÊ

Parêzer Malterre anî ziman ku ji bo dosyayeke din jî wan serî li Dadgeha Creteîlê dane. Xizmên sê jinên Kurd ên hatin qetilkirin, di çarçoveya serlêdana bi navê 27 kesan hate kirin de, 1.336 milyon Euro tazmînat xwestibûn.

Serlêdan di çarçoveya "Fonên garantiyê ji bo mexdûrên çalakiyên terorîzmê û binpêkirinên din (FGTI)" Sibata 2018'an hata kirin. Tê payin ku dadgeha Creteîlê di nava çend mehan de biryara xwe ya li ser mijarê bide.