Li ser komkujiya Parîsê ji nû ve gilî hate kirin

Li ser komkujiya Parîsê ku 9'ê Çileya 2013'an sê jinên şoreşger ên Kurd hatin kuştin, ji nû ve gilî hate kirin.

Malbatên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakine Cansız, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Doğan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, ji bo hevparên komkujiyê bên darizandin xwestin lêpirsîn bê kirin.

Parêzerê malbatan Antoine Comte ji ANF'ê re axivî û got, "Me gilî kir." Comte bal kişand ser sîxuriya îstîxbarata Tirk li gelemperiya Ewropayê û diyar kir niha li Belçîka, Elmanya û Fransayê lêpirsînên cuda hene.

BÛYERÊN LI BELÇÎKA Û FRANSAYÊ QEWIMÎN BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE

Comte wiha dewam kir: "Li ser karê sîxuriyê yê li Elmanyayê yê îstîxbarata Tirk, li Elmanyayê lêpirsîn tê kirin. Li Belçîkayê jî ji ber êrîşa gengaz a li dijî berpirsyarên Kurd lêpirsîneke heye. Bûyerên li Belçîka û Fransayê qewimîn bi hev ve girêdayî ne."

Parêzer Comte got, "Em dadgerekî dixwazin ku karibe li hemû faktoran bipirse" û diyar kir, wan roja 12'ê Adarê ji nû ve gilî kirine.

Şoreşgerên jin 9'ê Çileya 2012'an li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê hatibûn kuştin. Yekane bersûcê kuştinê yê girtî Ömer Güney, çend hefte beriya destpêkirina dozê dawiya sala 2016'an ji nişka ve bi gumanbarî mir. Doza der heqê wî de hatibû vekirin di pratîkê de betal bû. Destpêka sala 2017'a, malbatên her sê jinên şoreşger xwestin ku ji bo eşkerekirina hevparên sûc û kujerên gengaz lêpirsîn dewam bike.

Ji bo vê daxwaza beriya salekê hate kirin, blegeyên bi Tirkî hatibûn pêşkêşkirin. Di pêş lêpirsînê de bi giranî ev belge hatibûn wergerandin. Di doza hiqûqê ya salek piştre de, belgeyên nû hatin pêşkêşkirin ku van belgeyan nîşan dan ku komkujiya li Parîsê operasyoneke MİT'ê ye.

Comte li Dadgeha Gel a Damîmî ku 15-16'ê Adarê ji bo darizandina sûcên dewleta Tirk li Parîsê li hev civiya weke şahid axivîbû û gotibû ku ev doz nehatiye girtin. Comte got, "Tişta ku di vê dozê de cuda ye ew e, ku di dîroka vî welatî de cara yekê ye dewleteke biyanî ji sûcekî wiha berpirsyar tê dîtin. Edaleta Fransayê nerazîbûn nîşanî failên li pişt vî sûcî da."

Di gilînameyê de, rêxistina îstîxbarata Tirk MİT bi rengekî vekirî berpisyar hatibû girtin. Comte got, "Piştî mirina bersûcê komkujiyê doz nehate girtin" û ev pirs kiribû: "Ji ber ku nehate darizandin. Kê alîkarî da wî, kê fînanse kir, kê agahî da?"

NÛMARAYÊN KU GÜNEY LÊ GERIYA HATIN TESPÎTKIRIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ku dosyayê ji nêz ve dişopînin hatin wergirtin, agahî û belgeyên nû li ber destê dozdaran hene. Parêzer Comte ji ANF'ê re ragihand ku nûmarayên krîptoyî yên ku Güney lê geriya hatine tespîtkirin. Comte got, "Nûmarayên telefonê hatin tespîtkirin. Tê zanîn ku buroyên MİT'ê ne." Comte hîn bêhtir detay neda. Lê belê çavkaniyên din ên dosyayê ji nêz ve dişopînin gotin, hatiye tespîtkirin bê çeka ku Güney bi kar anî ji ku peyda kiriye.

PERSONELÊN MİT'Ê MIKUR HATIBÛN

Wekî din, li gorî agahiyên gihîştin ber dest, mikurhatinên du payebilindên MİT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, li dosya li ser komkujiya Parîsê hatine zêdekirin. Berpirsyarên MİT'ê Erhan Pekçetin û Aydın Günel ku 4'ê Tebaxa 2017'an dma li Başûrê Kurdistanê planên sûîqestê dikirin bi operasyoneke taybet hatin girtin, li xwe mikur hatibûn. Ev mikurhatinên wan jî ji meha Çileyê û pê ve ji aliyê ANF'ê ve hatibûn weşandin. Her du berpirsyarên MİT'ê li xwe mikur hatibûn ku komkujiya Parîsê ji aliyê MİT'ê ve hate organîzekirin.