Li ser Ferhat Tunç biryareke dî ya girtinê!

Li ser stranbêj Ferhat Tunç biryareke dî ya girtinê hate standin. Tunç got, ''Ti hikmê biryarê tine. Ez ê radest nebim''.

Stranbêj Ferhat Tunç ku bi henceta ''gel li kîn û dijminatiyê sor dike'' û ''Serokkomar kêm kiriye'' tê darizandin îro danişîna wî li Edliyeya Buyukçekmece çêbû. Di danişînê de ya li Dadgeha Cezayê Esliye ya 4'an a Buyukçekmece biryar hate standin ku biryara girtinê li ser Tunç bidome û ji adrêsa wî ya derveyî welêt re were nivîsîn ku parastina xwe bike. Danişîn taloqî 14'ê Sibatê ya 2020'an bû.

Her wiha li ser doza bi hinceta ku Tunç ''Serokkomar kêm kiriye'' biryar hate standin ku Tunç were girtin. Danişîn taloqî 4'ê Kanûnê bû.

TUNÇ: EZ TESLÎM NABIM

Tunç têkilî biryarê got, ''Em ji vê dadê ti dadê lava nakin'' û domand, ''Ji destpêkê ve ji wan weye ku wê min teslîm bigirin. Dema ku min teslîmbûn qebûl nekir doz zêde kirin û îdîanameyên çêkirî hazir kirin.''
Tunç li ser biryara girtinê jî got,''Ji bo min ti hikmê wê tine.''