Li Seqiz û Miyandiwaw qeza: 14 kesan jiyana xwe ji dast da

Li Seqiz û Miyandiwaw qeza: 14 kesan jiyana xwe ji dast da

Li bajarê Seqiz  û Miyandiwaw di encama dû bûyerên trafîkê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, roja Duşemê di demjimêr 08.00 sibehê de li nêzî bazara  haftane (Emîr awa) ya nêzik bajarê Miyandîwaw di encama li hevketina sê otombîlan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di navbara rêya Seqiz û Bana de duh  tirekî cûrê mak û maşîneyekê  li hev dane di encamê de 4 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî Rêxistina Bijîşkî ya Qanûnî ya Îranê bilav kirî , ji heyva Adara sala derbazbûyî  heya niha, ji ber sedemên trafîkê bi giştî 544 kesan li seranserî Îranê jiyana xwe ji dest dane .

Sedemên bingehîn ên bûyerane ne bûna hêmayên tirafikê ne, ne çêkirina riyane û bêxemiya karbidestên rejima Komara Îslamiya Îranê ye.