Li Senatoyê Konferansa Kurd: Rojava projeyek civakî ye

Di Konferansa Kurd de ku li Senatoya Fransa ya li Parîsê hat lidarxistin, modela Rojava wek modelek çareseriya krîza Rojhilata Navîn hat pêşkêşkirin.

Di rûniştina duyem a Konferansa Kurd de ku li Senatoya Fransa hat lidarxistin, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Ji Zanîngeha Exeter Seevan Saeed û Rayedara Neteweyî ya Berpirsa Têkîliyên Navneteweyî ya Partiya Komunîst Lydîa Samarbakhsh axivîn. Rûniştina duyem ji hêla Rayedarê Komaleya Dostaniya Kurdistan-Fransa Mîchel Laûrent hat birêvebirin.

SAEED: ŞOREŞA ROJAVA TEVGEREK CIVAKÎ YE

Di rûniştinê de destpêkê Seevan Saeed axivî, wek alternatîfa çareseriyê ya krîza li Rojhilata Navîn behsa konfederalîzma demokratîk kir û got; “Ya li Rojava ne şoreşek siyasî ye, şoreşek civakî ye. Ev şoreş, guherîna civakê dike. Stratejiyek demdirêj e. Ev şoreş mîna desthilatdariyê li çareseriyên demkurt nagere. Ev tenê komek etnîk an jî siyasî nagire.”

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DIKARE BIBE HÊZA MOTOR

Saeed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava milên xwe yên siyasî, aborî, ekolojî, civakî, ewlehî, çandî, dîplomatîk û civakî hene û her wiha der bir ku ev ji bo statukoyên berê gef e. Saeed bi berdewamî got ev proje ji bo tevahî Rojhilata Navîn dikare bibe hêza motor.

Saeed bi lêv kir ku her çiqasî ne hêsan be jî çareserî modela Rojava ye.

JI PARTIYA KOMUNÎST PEYAM

Rayedara Neteweyî ya Berpirsa Têkîliyên Navneteweyî ya Partiya Komunîst Lydîa Samarbakhsh, bal kişand li ser girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP’ê û ji bo HDP’ê wek Partiya Komunîst ‘peyama biratiyê’ pêşkêş kir.

Samarbakhsh anî ziman ku bi sedan sal in Kurd êşê dikşînin, bal kişand li ser zilma ku li Tirkiyeyê dewam dike û ji ber bêdengiya sazî û dezgehên YE, Rûsya jî nerazîbûnên xwe anî ziman.

‘EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN’

Samarbakhsh, diyar kir ku ti carî niyeta Tirkan a aştiyê nîn bû û qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an nîşan da. Samarbakhsh destnîşan kir ku ji ber rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û got; “Em azadiya Ocalan dixwazin.”

Samarbakhsh, ragihand ku wê doza Parîsê bişopînin û got her çiqasî yek kesî tetîk kişandibe jî qatil ne yek kes tenê ye û dewleta Tirk îşaret kir.

FRANSÊ JI KOBANÊ ZÊDETIR ÇEK DAN EL NÛSRAYÊ

Samarbakhsh, polîtîkayên derve yên Fransayê rexne kir û wiha axivî; “Ji Kobanê zêdetir çek dan El Nûsrayê. Dîplomasiya wê li ser esasê hêz û berjewendiyan e. Eger wê biguhere, divê dest ji vî mantixî berde. Xwe bispêre berjewendiyên gelan, berjewendiyên ekolojîk û mirovî.”

DÎCLE JI BO ÇARESERIYÊ BEHSA MODELA SPANYAYÊ KIR

Herî dawî Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Kongreya Civaka Demokratîk vegot, îfade kir ku îro di bin zext û tehdîdên dewleta Tirk de ye.

Dîcle îsyanên Kurdan û herî dawî derketina PKK’ê ya li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk vegot û destnîşan kir ku dewleta Tirk hê jî dest ji van polîtîkayên înkar û îmhayê bernedaye.

Dîcle behsa daxwazên Kurdan kir û got; “Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi hevdîtinên siyasî bi rêkên demokratîk çareser bikin.” Dîcle diyar kir ku Kurd dixwazin mafên wan bi destûra bingehîn bên garantîkirin û statuya wan a siyasî ya dikarin xwe bi rê ve bibin jî bê sazkirin. Dîcle behsa modela xweser a Spanyayê kir û got alîgirê rêveberiyek wisa ne.

‘DEWLETÊ TI CARÎ ÎRADEYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN NEDA’

Dîcle îfade kir ku bi salan e modelek xwerêveberiya demokratîk pêşkêş dikin, wiha dewam kir; “Kurd her tim bûn alîgir ku pirsgirêk bi rêkên demokratîk bên çareserkirin. Lê, dewletê ti carî îradeya siyasî ya pêwîst nîşan neda.”

Dîcle behsa hevdîtinên li Girava Îmraliyê û Mûtabakata Dolmabahçeyê jî kir û got, “Serokkomar Erdogan maseya hevdîtinê ya li Îmraliyê xist xwarê û dawî li vê pêvajoyê anî û li tevahî sehaya Rojhilata Navîn li dijî gelê Kurd bi hevkariya DAÎŞ’ê ve konseptek êrîşê da destpêkirin.”

‘ERDOGAN DIXWAZE LI TEVAHÎ ROJHILATA NAVÎN DAWÎ LI AŞTIYÊ BÎNE’

Dîcle got; “Erdogan di bin navê serokdewletiyê de dixwaze li Tirkiyeyê dîktatoriyek tarî saz bike. Heta parçeyê biçûk jî dixwaze demokrasiyê tine bike. Eger Erdogan neyê sekinandin, ne tenê li Tirkiyeyê, dixwaze li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li aştiyê bîne.”

Dîcle herî dawî destnîşan kir ku divê tenduristî û ewlehiya Ocalan bê garantîkirin, xwest ku Ocalan bê berdan.

‘STOP ERDOGAN’

Di dema konferansê de di çarçoveya kampanya “Stop Erdogan” de ku Komaleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan da destpêkirin û Partiya Komunîst xwedî lê derket, dowîz hatin rakirin. Gelek beşdaran dowîzên “Stop Erdogan” vekirin.

Konferansa ku saet 14.00’an dest pê kir, ber bi saet 18.00’an bi pirs û bersivan bi dawî bû.