Li Senatoya Fransayê li ser Efrînê pirs li hikumetê hatin kirin

Li Senatoya Fransayê, pirs li hikumetê hatin kirin bê li dijî dagirkirina Efrînê wê helwesteke çawa nîşan bide. Hikumetê jî bang li Tirkiyeyê kir ku giraniyê bide ser DAÎŞ'ê û çareseriya siyasî.

Di rûniştina Senatoya Fransayê de ku Serokwezîr Edoûard Phîllîpe lê amade bû, gelek senatoran mafê axaftinê girtin û der barê êrîşên artêşa Tirk ên dijî Efrînê li helwesta hikumetê pirsîn.

KOMA PS: REWŞA GELÊ KURD CIHÊ FIKARAN E

Serokê Koma Partiya Sosyalîst (PS) senator Patrîck Kanner li rûniştina senatoyê mafê axaftinê girt û anî ziman ku rewşa gelê Kurd tê de ye cihê fikaran e. Kanner diyar kir, ji ber bomberdûmana Tiriyeyê gelek sivîlan jiyaan xwe ji dest dane û ji ber vê yekê rewşa gelê Kurd tê de ye cihê fikaran e.

Kanner bi bîr xist ku Efrîn yek ji kêm bajarên Sûriyeyê ye ku bi salan e şer lê nebûye û ji ber vê yekê rewşa gelê Kurd ê li wir bûye hedefa êrîşên Tirkiyeyê, dramatîk e. Kanner destnîşan kir, YPG hêza herî girîng e di serketina dijî DAÎŞ'ê de û got, Tirkiyeyê bi binpêkirina sînor re hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Senator Kanner li dijî vê êrîşa dagirker a Tirkiyeyê, ji hikumetê pirsî bê helwesta wan çi ye û kîjan tedbîr girtiye.

KOMA RDSE: SEDEMA YEKANE YA ÊRÎŞÊ, RÊVEBIRINA EFRÎNÊ JI ALIYÊ KURDAN VE YE

Bi navê partiyên din ên çep ên li Senatoya Fransayê, ji Koma RDSE Olîvîer Lêonhardt jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku yekane sedema êrîşa li ser Efrînê, rêveberiya vî bajarî ji aliyê hêzên Kurd ve ye. Lêonhardt işaret bi kuştina sivîlan kir û bi bîr xist, di têkoşîna hêzên Kurd a dijî DAÎŞ'ê de Fransa jî hevalbend e. Lêonhardt da xuyakirin ku tevî Kobanê, Reqa û gelek bajar ji aliyê hêzên kurd ve hatine rizgarkirin û li helwesta Fransayê ya li dijî dagirkeriya Tirk pirsî.

SEROKWEZÎR: RÎSKA ŞERÊ 'TIRK-KURD', 'KURD-EREB' HEYE

Serokwezîr Edoûard Phîlîppe ji bo bersivê bide pirsan mafê axaftinê girt û diyar kir eger li Sûriyeyê perspektîfeke siyasî neyê dîtin, rê li ber şerekî cuda dikare vebe û got, "Ev şer dikare bibe şerê 'Tirk-Kurd', 'Kurd-Ereb' û 'Hîzbûllah-Îsraîl'. Phîlîppe got ev rewş ji niha ve diqewime.

Phîlîppe diyar kir ku ew dikarin gotina 'fikarên li ser ewlekariya sînor' ku Tirkiye ji bo hewldana dagirkeriyê bilêv dike fêhm bikin û got, "Lê belê divê giranî bidin ser DAÎŞ'ê ku hê neqediya ye. Û ev têkoşîn hê dewam dike. Her wiha hewldana leşkerî ya Tirkiyeyê di demekê de hate kirin ku ji ber şerê bi salan ê li Sûriyeyê rewşa însanî gelekî hesas e."

Phîlîppe ragihand, li Îdlib û Gûtayê bi sed hezaran sivîl di nava şerê navbera rejîmê û komên din de asê mane û bi bîr xist ku piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wan bang li Tirkiyeyê kirine ku 'bi pîvan' tevbigere. Phîlîppe anî ziman, çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê divê siyasî be, lê helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê nîşan neda.

BERDEVKÊ HIKUMETÊ BANGA ÇARESERIYA SIYASÎ LI TIRKIYEYÊ KIR

Berdevkê hikumetê Chrîstophe Castaner jî  gotina "Divê karê destpêkê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê be' dubare kir. Castaner ragihand, êrîşên Tirkiyeyê di demekê de hate kirin ku krîza însanî li ber derî ye û diyar kir, weke Fransayê ew bang li Tirkiyeyê û 'hemû partnerên xwe yên din' dikin ku berê xwe bidin çareseriyeke siyasî. Castaner destnîşan kir ku ev yek, tekane çareserî ye ku Sûriyeyê aram bike û Tirkiye jî di nav de ewlekariya sînorên cîranan biparêze.