Li Senatoya Fransayê Konferansa Kurd destpê kir

Li Senatoya Fransayê bi serenavê “Piştî 100 salan dûv Sykes-Pîcotê li Rojhilata Navîn projeya Kurd” konferansek hat lidarxistin.

Konferans a ku Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa organîze kir, senatorê Komunîst Mîchel Bîllout jî malovaniya wê kir. Konferans, saet 14.00’an bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Axaftina ewil ji hêla senator Billout hat kirin. Konferans, piştî Konferansa Kurd a ku li Parlamentoya Ewropa ya li Brukselê 7-8’ê Kanûnê hat lidarxistin pêk hat.

Ji bo konferansa li Parîsê betal bibe, hat diyarkirin ku dewleta Tirk zextên mezin kirine.

Senator Bîllout bal kişand ser rewşa şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê û got; “Îro çil mîlyon Kurd ne xwedî dewletek in. Li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê zilmek mezin dibînin.”

Bîllout têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê jî îşaret kir, destnîşan kir ku Tirkiyeya Erdogan bi tirsa Kurdistana mezin êrîşî Kurdan dike.

Di Konferansê de ku wê heta saet 18.00’an dewam bike, dê Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî baxive. Wê parçebûn û şerê ku bi sed salan  piştî hevpeyaman Sykes-Pîcot dewam kirî bê nîqaşkirin. Wek çareseriya krîza Rojhilata Navîn jî wê li ser Konfederalîzma Rojhilata Navîn a bi pêşengiya tevgera Kurd wê bê gotûbêjkirin.

Midûrê berê yê Karên Nivîsê yê Televîzyona France 3 Pîerre Babey, Berdevkê Partiya Çep Erîc Coquerel, Ji Zanîngeha Exeter Seevan Saeed û Rayedara Neteweyî ya ji Têkîliyên Navneteweyî ya Partiya Komunîst Lydîa Samarbakhsh wê wek qiseker tevlî konferansê bibin. Moderatortiya konferansê jî Îbrahîm Seydo Aydogan û ê li ÎNALCO konferansê dide û Rayedarê Neteweyî yê Komaleya Dostaniya Kurdistan Fransa Mîchel Laurent  dike.