Li Şemzînanê tevgera leşkerî zêde dibe
Li Şemzînanê tevgera leşkerî zêde dibe
Li Şemzînanê tevgera leşkerî zêde dibe
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û seranserî sînor a Herema Federal a Kurdistanê liv û tevgera leşkerî zêde dibe. Li herêmê çûn û hatina helîkopteran zêde balê dikişîne ser xwe.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û seranserî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ji şevê din de liv û tevgera heşkerî ya hewayî berdewam dike. Firên keşiyê 2 rojin didome û niha jî balafirên şer li herêmê difirin. Gelek balafirên şer ên F–16 ku ji herêma Geverê hatin ber bi herêma Federal a Kurdistanê ve çûn û li ser qada Xakurkê, Garê, Xinerê, Kanî Reş, Çarçelan, Avaşin, Xepişte, Basyan, Gewerûk û sînorê Îranê ve firiyan. Şevê din jî gelek balafirên şer ên ji Amedê rabûn çûn li herêmê fir dabûn xwe. Nehat zanîn ku balafiran herêm bombe kiriye ya na.
Li aliyê din tîmên taybet û polîsên sivîl ên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê li herêma Rûbarokê li ser pira Xîyalê û Şapatanê nokteyên kontrolê ava kirin. Polîsên ku nokteyên kontrolê ava kirin, li nasnameyan dinerin û li ser welatiyan lêgerîn dikin.