Li sê navendên Elmanyayê ciwanan çalakî pêk anîn

Li sê navendên Elmanyayê ciwanan, êrîşên li Amed, Cizîrê, Hannover û Bernê protesto kirin. Li Hambûrgê jî bi xweparastinê meşa faşîstan asteng kirin.

Li sê navendên Elmanyayê ciwanan, êrîşên li Amed, Cizîrê, Hannover û Bernê protesto kirin. Li Hambûrgê jî bi xweparastinê meşa faşîstan asteng kirin.

ESSEN

Li bajaroka Katernberg a Essenê nêzî hezar ciwanên han gel hev berxwedana Amed û Cizîrê silav kirin, êrîşên li Hannover û Bernê protesto kirin. Ciwanan dirûşma, “Em Kurd in, Amedî ne, Cizîrî ne û Kurdistanî ne” qîr kirin.

Piştî ciwan kom bûn bi demeke kurt komeke faşîst a hat cihê bûyerê provokasyon kir. Di encama aloziya ku li vir rû da, 4 ciwanên Kurdistanî hatin binçavkirin. Girse paşê di kontrola polîsan de çû qadeke din a mîtîngê. Piştî mîtîngê ciwan heta HBF meşiyan.

BERLÎN

Li qada Kottbûsser a li paytexta Elmanyayê di navbera ciwanên Kurd û faşîstan de alozî derket.

Danê sibê faşîstan êrîşî standa HDP’ê ya li Kottbûsser Torê kir. Polîsên Elman ti mudaxele nekirin û tenê temaşe kirin.

Ciwanên Kurd meşên faşîstan asteng kirin, êrîşên duh li Hannover û Bernê li hember gelê Kurd şermezar kirin. Ciwanan gotin ku wê rê nedin faşîstan û qad bernedan.

LI HAMBURGÊ BI XWEPARASTINÊ MEŞA FAŞÎSTAN HAT ASTENGKIRIN

Li Hamburg a Elmanya Kurdan bi xweparastinê rê nedan meşa faşîstên Tirk. Danê nîvro bi hezaran Kurdistanî li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn û gotin ku wê rê nedin meşa plankirî ya faşîstên Tirk. Çalakvanan bi dirûşman cade li trafîkê girtin, polîsan jî ew dorpêç kirin. Rêveberên Partiya Çep a Hamburgê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, parlamenterên SPD’ê soz ji polîsan girtin ku wê nehêlin kesên bi bangawaziya TGB’ê kom bûne bimeşin. Lewma faşîstan meşa xwe zû bi dawî kirin.

Derdorên antîfaşîst jî tevlî vê çalakiya xweparastinê bûn, carinan bûyer di encama provokasyonên çeteyên DAIŞ û nîjadperestên Tirk de derdiketin. Kurdistanî bi biryar û bi rêxistinî xwedî li saziyên xwe derketin. Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiya Cizîrê û bajarên Kurdistanê hatin silavkirin û peyama li hember êrîşên faşîstan çalakî wê bê navber bidomin hat dayîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo meşa Duşemê saet 17.00’an li pêşiya Sefaretxaneya Tirk destpê bike, roja Sêşêmê bi çalakiya kon a 5 rojan wê dewam bike banga tevlîbûnê kir diyar kir ku divê Kurdistaniyên li Hamburgê jî li hember êrîşan hişyar bin.

...