Li Santîagoyê çalakiyên protestoyî yên li dijî birçîbûnê

Li banliyoya El Bosqûe ya paytexta Şîlî Santîagoyê, ji bo şermezarkirina xelayê çalakiyek hate lidarxistin û di navbera çalakgeran û polîsan de şer qewimî.

Li Şîliyê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê tevdîra mayina li malê hatiye wergirtin, çalakgerên ku piraniya wan bi maske bûn li dijî hikumeta rastgir dirûşm qîriya û daket kolanan.

Çalakî li banliyoya El Bosqûeyê roja Duşemê pêk hat. Çalakgeran bend danîn û bi polîsan re şer kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku ew karantînayê naxwazin, lê xwarin û alîkariyê dixwazin. Polîsan bi gazên ku çavan dişewitîne û ava şid êrişî çalakgeran kirin. Çalakgeran jî bi kevir û ço bersiv dan. Hate ragihandin ku polîsan sê kes destgîr kirine.

Serokkomar Sebatîan Pînera roja Înê biryar dabû ku li tevahiya herêma paytextê tevdîra mayina li malê bê wergirtin. Li welêt 80 ji sedî yê nexweşên bi vîrûsa koronayê li vê herêmê ne.

Karên aboriyê ji xwe bi mehan bû ji bo pêşîgirtina li şewbê hatibûn kêmkirin.