Li Şamê ji xwendekarên kurd çalakiya pişgiriya YPG'ê

Li Şamê ji xwendekarên kurd çalakiya pişgiriya YPG'ê

Xwendekarên Kurd kurd li paytexta Sûriyeyê Şamê bi armanca pişgiriyê bi Yekîneyên Parastina Gel(YPG) re çalakî li dar xistin.

Li taxa Zorava ya  Paytexta Sûryê Şamê Tevî hemû zehmetiyan jî, bi dehan xwendekarên Konfedresyona Xwendekarên kurd yên  welatparêz  çalakiya pişgiriya bi YPG'ê re li dar xistin.

Çalakira xwendekaran bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştre gelek gotin û daxuyanî derbarê berxwedana ku şervanên YPG'ê li Serêkaniyê da meşandin û soz hate dayin ku heta dawî wê şopa berxwedana YPG'ê were şopandin. Di çalakiyê de bi dehan xwendekar, nûnerên partiyên siyasî û welatî amede bûn.