Li Şamê di navbera gel û mûxalîfan de pevçûn derket

Li Şamê di navbera gel û mûxalîfan de pevçûn derket

Li bakurê Şamê li bajarê Dûma yê li ser rêya Hûmûsê, di navbera gel û komeke çekdar a bi navê Artêşa Îslamê de, li ser pêwîstiya xurekê pevçûn derket.

Li gorî rêxistina Çadêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, pevçûna roja Înê di navbera gelê Dûma û koma bi navê Artêşa Îslamê de derket, dewam dike. Rêxistinê diyar kir ku Dûmayiyan êrîşî depoyên ji aliyê koma nêzî Artêşa Îslamê tê bikaranîn, kirine. Hat ragihandin ku parêzvanên çekdar ên li depoyê jî, gule li gelê sivîl reşandine û hin ji sivîlan birîndar kirine.

Dûma ku di bin kontrola Artêşa Îslamê de ye, ji aliyê hêzên dewleta Sûriyeyê ve hema bêje bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Li gorî nûçeyên duh ji herêmê hatin, rêxistina bi navê Artêşa Îslamê ya bajêr kontrol dike, rêbazên kuştinê yên dişibin çeteyên DAIŞ'ê bikar tîne. Rêxistinê li dadgehên xwe, fermana kuştina kesekî da û serê vî kesî jê kir û li navenda bajêr teşhîr kir.