Bibîranîn bi banga Komeleya Ciwanan û Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo hate lidarxistin. Di bibîranînê de endama YJK-E’yê Hakîme Yûsef û endamê FED-DEM’ê Letîf Karakaş axivîn û qala têkoşîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û Xerîb hate kirin.
Di bibîranînê de li sînevîzyona li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate nîşandan.
Endama YJK-E’yê Hakîme Yûsef got ku “Em ê her dem li ser şopa Sara, Mazlûm, Kemal û Hayrîyan bin. Me çawa dîwarên zindana Amedê hilweşand, em ê dîwarên îxanetê jî hilweşînin. Em kesek bi tenê bimînin jî em ê li ber xwe bidin.”
Endamê FED-DEM’ê Letîf Karakaş jî diyar kir ku ew Xerîb ji nêz ve nas dike û qala bîranînên bi wî re kir.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloseyê jî bi heman armancê bibîranîn hate lidarxistin. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û qala berxwedana li zindana Amedê hate kirin. Di bibîranînê de Dîyar Xerîb, Devran Canfeda û Şahîn Dîcle hatin bibîranîn ên ku di 5’ê Tîrmehê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbûn.
MONTPELLÎER
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û Dîyar Xerîb hatin bibîranîn. Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Montpellîerê Cevat Guneş axivî û got ku “Di salvegera 37’emîn a berxwedana 14’ê Tîrmehê de em giyanê berxwedan û serfiraziyê pîroz dikin. Bi wesîleya salvegera vê roja dîrokî em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin. Em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ya gelê Kurd û dostên wan pîroz dikin.”