Li Sakaryayê teqîn: Herî kêm 3 leşker mirin

Li Sakaryayê, li wesayiteke ku malzemeyên fîşekên hewayî tê de bûn teqînek pêk hat. Herî kêm 3 leşker mirin.

Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê, li wesayiteke ku malzemeyên fîşekên hewayî tê de bûn teqînek pêk hat.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Sakaryayê Ekrem Yuce diyar kir ku ji ber teqînê du kes mirine. Lê belê demeke kurt beriya niha Waliyê Sakaryayê Kaldirim bi daxuyaniyekê got, "Teqîn di dema veguhastinê de pêk hat" û 3 kes mirine, 6 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku 5 ji birîndaran jenderme ne.

Hate îdîakirin ku teqîn li qemyonekê bûye ku malzemeyên li febrîqeya fîşekên hewayî ya li navçeya Hendek a Sakaryayê tê de bû.

7 KES MIRIBÛN

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di encama teqîna 3'ê Tîrmehê de ya li febrîqeya fîşekên hewayî ya Buyuk Coşkûnlarê 7 kes miribûn, zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn. Însiyatîfa Zarokên Êgir berpirsyariya çalakiyê dabû ser milê xwe.