Li sahayên kesk ‘Kurdistan’
Li sahayên kesk ‘Kurdistan’
Li sahayên kesk ‘Kurdistan’
Di turnuvaya Futbolê ya ku Şaredariya Çinarê li ser navê Murat Elîbol organîze kir de tîma Futbolê ya bi navê Xanika Jêr bi formaya Kurdistanê derket sahayê.
Turnuvaya futbolê ya ku Şaredariya Çinarê ji bo Murat Elîbol yê 23 salî ku ji Çinarê bû li Amedê di dema meşê de hatibû qetikirin, organîze kir didome. Di roja duyem a turnuvayê de ku 16 tîm cih digirin Xanika Jêrspor û Barişspor hatin hemberî hev. Tîma futbolê ya Xanika Jêrspor bi formaya Kurdistanê derket sahayê û tîmê ji aliyê temaşevanan ve eleqeyek mezin dît.
Maça ku li stadyuma mezin a Şaredariya Çinarê lîst, di dewreya yekem a maçê de gol nehat avêtin, di dewreya duyem a maçê de Xanika Jêrspor 3 gol xwar.
Maç bi serkeftina Barişsporê ya 3-0 encam bû.