Li Saarlandê ji bo Kobanê û Şengalê pira alîkariyê

Li Saarlandê ji bo Kobanê û Şengalê pira alîkariyê

Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, komek ji ciwanên bi dirûşma "Gegen Gegeneinander - Li dijî dijminatiyê" li hev kom bû, ji bo Kobanê û Şengalê dest bi kampanya alîkariyê kir.

Li bajarê Volklingen ê Saarlandê, însiyatîfa ji komek ciwanan, çalakiyek lidar xist. Di çalakiya ku hejmarek zêde Kurd û Elman lê amade bûn de, li gel nîşandana berhemên muzîk û govendê, alîkarî ji bo Şengal û Kobanê hat komkirin.

Ciwanên ku heta roja îro gelek caran çalakî lidar xistine, heta niha barê TIR'ekê derman, mamayê zarokan û kincên zarokan şand. Ciwanên ku kelûmelên barê sê TIR'an kom kirin, wê vê alîkariyê di 15'ê Kanûnê de bişîne Kampa Penaberan a Newrozê.

Ciwanan dan zanîn ku alîkarîdayîna penaberên ji Kobanê û Şengalê, wezîfeyeke ji bo wan û diyar kir ku dema wan dîtin ev alîkarî gihaştin cihê xwe, ew gelekî pê kêfxweş bûne.

Ciwanan ragihandin ku di nava koma wan de ji gelek neteweyan mirov hene û bang li tevahiya mirovan kirin ku dest bi alîkariyê bikin.

Ciwanan diyar kirin ku bi rêya koma Facebookê "Gegen Gegeneinander"     yên dixwazin alîkariyê bidin dikarin xwe bigihînin wan.