Li Rûsyayê û Elmanya protestoyên Efrînê didomin

Li Rûsya û Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk têne şermezarkirin. Di çalakiyan de bêdengiya Rûsya û Amerîkayê hate şermezarkirin, berxwedana Efrînê hate slavkirin.

Li Rûsya û Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk têne şermezarkirin. Di çalakiyan de bêdengiya Rûsya û Amerîkayê hate şermezarkirin, berxwedana Efrînê hate slavkirin.

FRANKFÛRT

Li Frankfûrtê ya Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi meş û mîtîngekê ya li ber Konsolosxaneya DYA’yê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ‘Bijî berxwedaan Efrînê, ji dîktatoriya Erdogan re na!’’.

MOSKOW

Li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowê jî Kurdistanî diçine nûnertiya Rojava a li Rûsyayê û êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.

MÎÇÛRÎNSK

Kurdistaniyên li navçeya Mîçûrînskê ya Tambovê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin Rûsya bi destûra ku dayî Tirkiyê dibe hevkarê Tirkiyê û wiha berjewendiyên xwe dixe rîskê.

ADÎGEY

Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd a Adigîgeyê hatin cem hev û hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin Kurd wê hemû êrîşan bişkînin, Rûsyayê li bara Kurdan şaşîtiyeke pir mezin kiriye û bêyî ku dereng bikeve divê ji vê şaşitiya xwe vegere û ji bo ku êrîşên terorê yên dewleta Tirk rawestin zextan bike.