Li Rûsyayê Kurd ji bo Efrînê meşiyan
Kurdistaniyên li Erşovê dijîn êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Erşovê dijîn êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Li navçeya Erşovê ya Saratovê ya Federasyona Rûsyayê Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û komkujiyên li ser sivîlên bi meşekê şermezar kirin. Meş ji hêla Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê ve hate organîzekirin, serokên Otonomiyê yên Saratov û Krasnîkûtê jî tevlî çalakiyê Bûn.
Kurdistanî li meydana Ploşîdê bi alayên YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan civiyan û her wiha wêneyên Kurdistaniyên ku di êrîşan de şehîd bûne jî hildan. Di meşê de tim dirûşma ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Kujer Erdogan’ hate brzkirin.
Li gel sermaya -18’an jî Kurdistanî li meydana Azadiyê hatin cem hev û êrîşên dagirker ên li ser Efînê û Rojava şermezar kirin.
Li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê Hevserok Îsa Osmanov axivî û got, ‘’Li ber çavê hemû dinyayê dewleta Tirk Kurdan dikuje. Beriya niha jî dewleta Tİrk li Başûre Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê komkujî kir û niha jî li Rojava, zarok û jinan bi xwînxwarî dikuje. Dema ku ên ku têne kuştin Kurd bin dinya bêdeng dimîne. Kurd xwedî rûmet in û bi wê vînê de ku dikarin li xwe xwedî derkevin. Em Kurd li dijî vê êrîşa bi alçaxî ya Erdogan u dewletên hevkarên wî li her deverê derkevin kolanan û li dijî vê dîktatorî û xiyanetê tişta ku ji dest me hat em ê bikin.’’
Pişte li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê hate gotin ‘’Rûsya bi destûrdana van êrîşan bûye hevkarê van komkujiyan. Em Kurdistaniyên li Rûsya ji rayedarên Rûsya daxwaze dikin ku ji bo ku di van êrîşên alçax de zêdetir sivîl nemirin tevbigerin û ev êrîş bi dawî bibin. Rûsya divê baş zanibe ku ji Tirkan dost nabin. Hûn çawa dikarin bi hişmendiyeke wiha re bibin dost ku li Sûriyê û Enqerê ji pişt ve li we xistin. Bi qurbanîkirina Kurdan hûn dikarin vê dostaniyê heta bi kûderê bibin.’’