Li Rûsyayê jî Newroz hate pîrozkirin

Kurdên li herêmên cihê yên Rûsyayê çalakiyên xwe yên Newrozê didomînin.

Kurdistaniyên li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambov a Rûsyayê dijîn jî kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Di çalakiyê de Endama Meclîsa Kurd a Mîçûrînskê Ruslan Mîrzaxa û Nûnera Meclisa Jinan Gulîzera Hesen axivîn û peyama “Sala 2023’an wê bibe sala azadiya gelê Kurd” dan.

Pîrozbahî bi stran û muzîka Koma Kurdistan a ji Qazaxistanê didomiya.

Komên folklora herêmî yên Şehîd Barîn û Koma Agirî bi govendê beşdarî çalakiyê bûn.