Li Rûsyayê agirê Newrozê hate dadan

Kurdistaniyên li bajarê Tambov ê Rûsyayê ne, agirê Newrozê dadan.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê ne, agirê Newroz dadan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Tambovê ve hate organîzekirin û bi dirûşma "Em bi ruhê Newrozê berxwedanê geş bikin, li Efrînê bi ser bikevin" li salona konserê ya Paleviyê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên demên dawî li ser Newrozê, têkoşîna azadiyê ya Kurd û berxwedana Efrînê bi sînevîzyonê hatin nîşandan. Piştre li ser girîngî û wateya rojê axaftin hate kirin.

ŞAMOYAN: WÊ LI EFRÎNÊ BI SER NEKEVIN

Hevserokê Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê Cemal Şamoyan işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê kir û got, "Dewleta Tirk hemû komên çete yên li hemberî Kurdan li Sûriyeyê winda kirin li hev civand û bi wan êrîşî Efrînê kir. Lê divê vê yekê baş zanibe; wê ti carî li Efrînê bi ser nekevin û tişta dixwazin bi dest nexin. Li vê axa ku gelê Kurd bi xwîna xwe av daye, wê têkoşîna azadiyê geş bibe."

COTKAR: NEVIYÊN KAWAYÊ HESINKAR WÊ DAWÎ LI AKP'Ê BÎNIN

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar jî bi bîr xist ku dewleta Tirk her ku firsendê dibîne Kurdan dikuje û ji bilî şer û xwînê tiştek neaniye herêmê. Cotkar diyar kir, hêzên navneteweyî divê êdî faşîzma AKP û Erdoğan bibînin û got, "Bombe li nexweşxaneya li Efrînê barand, mirovên sivîl kuşt, xanî û avahî talan kir. Lê cîhan vê komkujiya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin ji nedîtî ve tê. Divê gelê Kurd êdî bibe yek û dawî li van êrîşan bîne. Çawa ku di cejna Newrozê de Kawayê Hesinkar dawî li zim û dîktatoriyê anî, di vê Cejna Newrozê de jî wê neviyên Kawayê Hesinkar dawî li faşîzma AKP û Erdoğan bînin."

Piştî ku qisekeran peyam dan, bi dorê Yunus Agirî, Rêzan Şirvan, Koroya Zarokan, koma govendê ya zarokan û hunermendên herêmî derketin ser dikê.