Li Romayê çalakiyên Kobanê
Li Romayê çalakiyên Kobanê
Li Romayê çalakiyên Kobanê
Li paytexta Îtalya Romayê, navendên civakî û Komeleya Çandê ya Ararat, du rojan ji bo Kobanê çalakî lidar xistin. Di çalakiyên 17-18'ê Cotmehê de gelek Îtalî û mirovên ji gelên cuda beşdar bûn.
Li paytexta Îtalya Romayê, navendên civakî û Komeleya Çandê ya Ararat, ji bo Kobanê 2 rojan çalakî lidar xistin. Di 17'ê Cotmehê de li meydana Largo Argentina ya tûrîst a Romayê, nêzî 300 Kurdistanî û welatiyên Îtalya çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hat şermezarkirin. Di 18'ê Cotmehê de jî li herêma Largo Preneste, meşek hat organîzekirin. Nêzî du hezar beşdarên meşê, bi qasî sê kîlometreyan meşiyan û destek dan berxwedana li Kobanê. Di çalakiyê de ji bo mîtînga destekkirina Kobanê ya 1'ê Mijdarê li Romayê, bang hat kirin.
JI ANARŞÎSTAN LI NÛNERTIYA TÛRÎZMÊ YA TIRK ÇALAKÎ
Li paytexta Îtalya Romayê, li hemberî nûnertiya tûrîzma Tirk a li Romayê, di 16'ê Cotmehê de çalakiyek hat lidarxistin. Berpirsyariya çalakiyê komên Anarşîst ên Îtalyayê hilgirt ser milê xwe.
Komên Anarşîst dan xuyakirin ku wan bi vê çalakiyê re xwestine polîtîkaya qirêj a Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê û Bakurê Kurdistanê şermezar bikin û gotin, "Çalakiyên me yên bi vî rengî, wê ji bo hemû gelên bindest dewam bikin."
Di çalakiyê de tiştek bi kesî nehat, li ser cam û nava avahiyê dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kobanê li ber xwe dide", "Ji Kurdistanê ra azadî" hatin nivîsandin. Her wiha boyaxa sor a ku xwînê temsîl dike, li deriyê avahiyê hat xistin.