Li rojhilatê Ukrayna sewqiyata leşkerî

Li rojhilatê Ukrayna sewqiyata leşkerî

Serokdewletê Ukrayna Petro Poroşenko yê piştî hilbijartinên giştî yên li Ukrayna desthilatdariya xwe saxlem kir, lez da sewqiyata leşkerî û amadekariyên şer.

Piştî hilbijartinên li Ukrayna û komarên Donesk û Lugansk ên dan xuyakirin ku ji Ukrayna veqetiyane bi daxuyaniya, “em nas nakin” re li erdnîgariya Slav careke din av germ bûn. Biryara Serokdewletê Ukrayna Petro Poroşenko ya li rojhilatê welêt hêzên nû yên leşkerî bên avakirin û ji bo hêzên ji şerê navxweyî mane (li hember senaryoyên xerab) teqwiyeyên leşkerî bên kirin guman çêkirin.

Bi hilbijartinên li Donetsk û Lugans bi tevlîbûna piraniya gel ku ji rêveberiya milîsên alîgirên Rusya yên başûrêrojhilatê Ukrayna di destên xwe de digirin fermî bû, li Kîev bû sedema nerehetiyan.

Ajansên Ukrayna diyar kirin ku Petro Poroşenko bi gumana wê milîsên li rojhilatê welêt li bajarên din jî kontrolê bixin destên xwe, ji bo sewqiyata leşkerî ji wan herêman re bê kirin ferman daye.

Teqez bû ku Serokdewlet Poroşenko hin yekîneyên leşkerî sewqî, Harkov, Mariupol û Dneprepetrovsk kirine.

Poroşenko ê di civîna Konseya Ewlekarî û Parastinê ya Neteweyî de axivî got, “Li hember êrîşên mimkun e pêk werin ji bo li Marîupol, Berdyansk, Harkov û bakurê Lugansk yekîneyên nû yên leşkerî bên avakirin min ferman da.”