Li Senatoya Fransa Konferansa Kurd hat lidarxistin. Di konferansê de ku bi serenavê “Piştî 100 salan dûv Sykes-Pîcotê li Rojhilata Navîn projeya Kurd” hat lidarxistin, moderator Îbrahîm Seydo Aydogan têkîldarî Sykes-Pîcot û encamên wê nirxandinek kurt kir.
‘DEMA HER KES DIREVIYAN KURDAN LI BER XWE DAN’
Aydogan bal kişand ku rejîma Erdogan destekê dide DAÎŞ’ê, anî ziman ku piştî sed salan dîsa Sykes-Pîcoteke din tê ferzkirin. Aydogan got Sykes-Pîcota duyem jî kêr nehat û wiha axivî; “Ji ber ku Kurd li ber xwe didin. Dema her kes direviyan wan li ber xwe dan. Ji ber ku Kurd çareseriyê dixwazin, projeyên wan ên din hene.”
‘PROJEYA DAÎŞ’Ê LI DIJÎ KURDAN TÊK ÇÛ’
Qiserkerê duyem ê Konferansê Berdevkê Partiya Çep Erîc Coquerel jî destnîşan kir ku DAÎŞ projeyek herêmî bû, bi taybet jî li vir bal kişand li ser rola Siûdî û Tirkan. Coquerel bi bîr xist ku projeya DAÎŞ’ê li dijî Kurdan têk çûye, got wê li herêmê dewleteke ku xwe tenê dispere mezhebekî neyê avakirin.
‘BÊYÎ KURD ÇARESERÎ NABE’
Coquerel, diyar kir ku heta malek Kurd û Filîstîniyan li herêmê nîn be, wê çareseriyek pêş nekeve, nêzîkatiyên ‘nerm’ ên ku dewleta Tirk li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava kiriye jî rexne pêş xistin.
‘DIVÊ KURD TIFAQA BINGEHÎN BIN’
Coquerel anî ziman ku alîgir in ku di bin sêwana NY de hevpeymanek bê kirin, got; “Divê Kurd wek tifaqek bingehîn bên dîtin.” Berdevkê Partiya Çep got wê federasyona Sûriyeyê ya ku hevpeymana Rojava esas digre çareserî be.
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN’
Conquerel ji ber hikûmeta Fransiz, PKK a ku li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe wek ‘terorê’ dinirxîne nerazîbûn nîşan da û xwest ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorî’ bê derxistin.