Li Rojavayê Kurdistanê plana tunekirina YPG’ê

Li Rojavayê Kurdistanê plana tunekirina YPG’ê

Derket holê ku li Rojavayê Kurdistanê hinek partiyên Kurd ji bo tunekirina YPG’ê li hevkirine. Li gorî hevpeymanê, dê hêzek ya bi Artêşa Azadiya Sûriyeyê re bikoordîne kar bike bê avakirin. Armanca bingehîn jî ewe ku YPG’ê ji yekemîn hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê derbêxin û dûrbixînin.

Malpera înternetê ya binavê http://www.xeber24.net nameya rayedarek yê ku tevlî civîna partiyên Rojavayê Kurdistanê ya li Hewlêrê bûye û ji rayedarek din yê partiya Rojavayê Kurdistanê re şandî weşand.

Di nameya 1’ê Kanûna 2012’an de rayedarê partiyê behsa encamên civîna ku di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û Dr. Hemdî Derbendî de pêkhatî dike. Di nameyê de tê gotin ku, “Me dest bi demek nû kir, ev jî bi saya pêngavên mezin yên di encama rêze civînên ku li Hewlêrê pêkhatin de çêbûn. Di diyalogan de her kes bi ruhek erênî tevger kir û vê jî bi awayek objektîf nîşan da. Vê jî hevpariya me ya siyasî ya herêmê temam kir. Ev belge bi dîtina giştî hatiye qebûl kirin û rêgaza bingehîn ya yeketiya me ye. Li rexmî hinek zihmetî û bitaybet hinek kesên dixwestin rayeya xwe biparêzin, di encam de bi piştgiriya Dr. Hemîd Derbendî ev astengî jî ji holê rabûn. Dîsan me îskeletê rêxistinekî ku her kes jê razî be derxist. Ji bo lingên me baş erdê bigirin bi fermana Birêz Serok Mesût Barzanî gelek caran piştgiriya aborî û menewî daye û soza garantiya wê daye.”

Rayedar di nameya nivîsandî de destnîşan kiriye ku, di civînên pêkhatî de li ser domandina têkiliyên Artêşa Azadiya Sûriyeyê û ‘tabûra azadiyê’ ya di nava Artêşa Azadiya Sûriyeyê de hatiye nîqaş kirin. Rayedar di bêje, dê li herêma Kurdan hêzek ya leşkerî ku role ‘Artêşa Azad’ bileyîze û bi Artêşa Azadiya Sûriyeyê re bikordîne be dê ê avakirin.

Li gorî nameyê armanca bingehîn, “Derdora hêzên PYD’ê teng bikin, YPG weke hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê ya yekem neyê naskirin û bê derxistin.”

DÊ BI ARTÊŞA AZADIYA SÛRIYEYÊ RE BIKORDÎNE KAR BIKIN, YPG’Ê QEBÛL NEKIN

Di nameyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin:

“Di encama nîqaşan de, hemû partiyên di nava vê yekitiyê de hevkariyê dikin, hemû tabur endamên di nava Artêşa Suriyeyê ya Azad de kişandin û biryara hemû hêzên leşkerî di bin banekê de bên cem hev girt. Ev jî bi alîkarî û îtifaqa Artêş Azadiya Sûriyeyê pêk tê. Hêza leşkerî ya ku dê bê avakirin, bi Artêşa Azadiya Sûriyeyê re dê bi koordîne bixebite. Peywira wê dê berpisyariya leşkerî ya herêma Kurd (Başûrê Kurdistanê) be. Yanî ji bo ku herêma Kurd ji rejîma Bees rizgar bike dê rola Artêşa Azad ya Herêma Kurd bilîze. Bi vî awayî ev hêz bi hevkariya Artêşa Azadiya Sûriyeyê û piştgiriya hikûmeta herêmê re dê xeleka li dora hêzên PYD’ê teng bike. Ev biryar bi taybet dê rola Yekineyên Parastinê (behsa YPG tê kirin li Serêkaniyê wekê tê zanîn dê derxe pêş û wekê ku yekane hêza leşkerî ya li herêma Kurd hate girtin. Ji ber vê yekê ev yekîneya hatiye avakirin raste rast bi piştgiriya hikûmeta herêmê û bi taybetî jî di bin kontrola Birêz Serok Mesut Barzanî dê bê xwestin ku Artêşa Azadiya Sûriyeyê ji ‘Yekineyên Parastina Gel’ dûr bixin. Ev yek jî ji bo ku ev hêza tê destnîşan kirin li herêmê nebe yek hêz û ji derve bê girtin tê kirin. bi taybet têkiliyên dervey yên yekineyê di demeke kin de ji bo yekitiyê dê perdeyeke rewa û siyasî vebike. Bi vî awayî yekitiya taburên Kurd yên heyî dê bidome. Piştre jî ev tabur wekê hêzeke leşkerî dê bi awayekî bi hêz bên îlankirin. Wê demê em dê bikaribin bi Yekineyên Parastinê yên girêdayê PYD’ê re pêşbirkê bikîn. Ji ber vê sedemê hikûmeta herêmê dê hemû yekineyên li herêmê perwerdê dibînin dê bên teslîmkirin. Ev jî ji bo avakirina artêşeke Kurd ya bi hêz tê kirin. Her wiha ji bo meşandina xebatên leşkerî yên yekineyê jî ji aliyê PDK’ê ve dê butçeyek bê veqetandin. Ji bo destpêkê milyonek dolar parçe parçe dê bê dayîn. Bi vî awayî bi hêzeke leşkerî û rêxistinkirî bi piştgiriya hikûmeta herêmî re em dikarin derbazî axa welat bibin. Bi vî awayî em dikarin yekane hêza leşkerî YPG’ê têk bibin, dûr bixin.”

Rayedarê partiyê di nameya şandî de aşkera dike ku, hêza leşkerî ya li dijî YPG’ê tê avakirin, Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê hem di aliyê aborî û manewî de dê piştgiriyê bide. Her wiha îdîa dike ku, PDK dê butçeyekê diyar veqetîne û ji bo destpêkê dê milyon dolarekê bide.

Rayedarê partiyê di nameya xwe de diyar dike ku, yeketiya ku bi vê armancê hatiye kirin, li şûna ku îlana wê li Hewlêr were kirin, bila li Qamişlo bê kirin baştire.

DR.DERBENDÎ: CIVÎN PÊKHAT LÊ BELÊ HÊZÊN LEŞKERÎ NEHATIN NÎQAŞ KIRIN

Têkildarî belgeyê me xwe gihand Dr. Hemdî Derbenî û got, bi 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê re civîn pêkanîne lêbelê têkildarî hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê nîqaşek nehatiye kirin. Derbendî da zanîn ku, ew bixwe jî demek kurt tevlî civînê bûye.

LI HELEBÊ ÎLANA ‘MECLISA LEŞKERÎ YA KURD’ HATIBÛ KIRIN

1’ê Kanûnê ku dema name hatiye nivîsandin wê rojê beramberî hevpeymana mijara gotinê pêşveçûnek li Helebê pêkhatibû. ‘Yeketiya Meclisa Leşkerên Kurd’ yên ku ji artêşê qutbûyîn hate îlan kirin. Dîmena ku ji aliyê televîzyona El Cezîre ve hatibû weşandin, leşkerekî paye bilind yê ji artêşa Sûriyeyê veqetiyayî li pişt mêzeya ku ala Başûrê Kurdistanê serûbin li ser raxistibû rûniştibû, li gel komek ya leşkeran îlana meclisê dida. Di îlanê de kesê di got, ew dê di sînorê Sûriyeyê de mafê Kurdan biparêzin û digot meclisa wan dê bi Artêşa Azadiya Sûriyeyê re bixebite.