Li Rojavayê Kurdistanê di depoyan de derman neman

Li Rojavayê Kurdistanê di depoyan de derman neman

Li Dêrikê mîna hemû bajarên rojavayê Kurdistanê derman li dermanfiroşan pir kêmbûne û kesên nexweş zehmetiyan dikşînin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber embargoyê derman nemaye. Di derbarê kêmbûna derman de dermanfiroş Conî Hebîb diyar kir ku ji ber girtina rê di navbera Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê de derman nema ji wan re tê.

Hebîb da zanîn ku insolîn ji bo nexweşên şekir, nexweşên şihûm wan bilind û şîrên zarokan nema ye. Herwiha Hebîb bal kişand ku ji başûrê Kurdistanê tu derman ji wan re nehatiye, ji bilî hinek dermanên dembuhirî ku di rêyên qaçax re hatin.