Li Rojavayê Kurdistan Viyan Soran hate bîranîn

Li Rojavayê Kurdistan Viyan Soran hate bîranîn

Li bajarê Rojavaya Kurdistanê Efrînê rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna gerîllaya PKK'ê Viyan Soran û şermezar kirina tecrîda li ser Ocalan meşek li dar xist. Li Dêrkika Hemko jî rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna Viyan Soran civînek çêkir.

Li gundê Basûtê ya navçeya Şera ya Efrînê rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna gerîllaya PKK'ê Viyan Soran a ku ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 2'ê sibata 2006 an agir berda bedena xwe û meşek lidarxist.

Piştî meşvan gihiştin beranberî Mala Gel merasîmek hate çêkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir, piştî nameya Viyan Soran ku li pey xwe hiştibû hate xwendin, endama kordenîsyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî.

Ehmed diyar kir ku Viyan Soran agirê azadiyê berdeya bedena xwe û bi agirê canê xwe azadî ronî kir û diyarî rêberê gelê Kurd Ocalan kiriye. Ehmed dazanîn ku Viyan Soran şervaneke ku bi pirsgirêka gelê xwe ve girêdayibû û plana li ser rêberê gelê kurd Ocalan şermezar kiriye.

Di meşê de jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdela Ocalan û alên kurdî hatin rakirin û dirûşmeyên ji bo Ocalan û Viyan Soran hatin avêtin.

LI DÊRIKÊ JI BO VIYAN CIVÎNA BIRANÎNÊ

Li Dêrika Hemko jî rêxistina Yekîtiya Star civînek bi armanca bîranîna Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) li darxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endama kordînesyona yekîtiya Star Necbîr Azad axivî. Azad diyar kir ku Viyan Soran bi çalakiya xwe hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye nîşandin. Herwiha Azad li ser kesayeta Viyan Soran axivî û diyar kir ku Soran pir bi hêz bû û ji bo azadiya jinan pir li berxwe dida. Di dawiya civînê de nameya Viyan ku beriya xwe bişewitîne li dû xwe hiştibû, hate xwendin.

Cihê civînê bi wêneyên rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan û wêneyên jinên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe wendakiribûn, hatin xemilandin.