Li Rojava, zivistana dijwar herî zêde koçberan tengav dike

Li Rojava, zivistana dijwar herî zêde koçberan tengav dike

Li Rojavayê Kurdistanê, şert û mercên giran ên zivistanê herî zêde bandorê li koçberan dike. Malbata Hesen Ehmed ê ji Til Eranê koçî Kobanê kiriye û piraniya ferdên malbatê astengdar in, di vê zivistanê de neçare di binê konekî de bijîn.

Malbatên koçî Rojavayê Kurdistanê kirine, ji ber şert û mercên şer û ambargoya giran di nava bêderfetiyê de li hemberî mercên giran ên zivistanê li ber xwe didin. Yek ji wan malbatan Hesen e ku ji 2 jê zarok 7 kesan pêk tên û 2 zarokên malbatên astengdarin. Malbata Hesen ji ber êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê ji bajarokê Til Eran ê Helebê koçber bûye û li gundê Komlet ê Kobanê di rewşa zivistanê de di bin konekî de dijî. Malbata Ehmed di nava trajediyekî de dijî. Kurê malbatê Mihemed Ehmed ê 26 salî kore û ji mejiyê xwe ve astengdare. Bavê wan Hesen Ehmed mirovekî kale nexweşe û dayîk jî nexweşe. 

BI ALÎKARIYAN DEBARA XWE DIKIN

Dayîka zarokan Raziya Cuma derbarê zehmetiyên xwe de axivî û diyar kir ku ji ber rewşa hewa ya sar jî ew debara xwe bi alîkariyan dikin. Raziya Cuma, destnîşan kir ku ceyran tune ye û got: "Bi zehmetî em di bin vî konî de dijîn. Herdu zarokên min astengdar in û bavê wan nexweşe û her dem pêdiviya wan bi dermanan heye. Kesî xebatê di mala me de tineye. Em nikarin perê dermanê zarokekî xwe peyda bikin"

Derbarê mijarê Endamê şaxa Komîteya Alîkariyan a Desteya Bilind a Kurd a Kobanê Izedîn Hecî Reşîd ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ew bi hemû îmkanên xwe di nava hewldanan de ne da ku alîkariya koçber û xizanan bikin û got: "Em li gorî îmkaniyên xwe alîkariya welatiyan dikin. Alîkariyên ku ji me re ji Bakurê tên, em li welatiyan belav dikin." 

Her wiha Endamê komeleya astengdaran a Tîrêj Şahîn Şêxanî destnîşan kir ku ew ê bi alîkariya Heyva Sor a Kurd derman û pêdiviyên peyda bikin û dê alîkariya malbatê bikin. 

Endamê şaxa Komîteya Alîkariyan a Desteya Bilind a Kurd a Kobanê Izedîn Hecî Reşîd diyar kir depoyên wan yên alavên alîkariyê ji bo wan hatibûn vala bûne û jiber wê  êdî nikarin alîkariya pêwîst bidin koçberan.