Li Rojava, Sûriye û Lubnanê Zîlan hate bîranîn

Li Rojava, Sûriye û Lubnanê Zîlan hate bîranîn

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û deverên Sûriye ên ku Kurd lê dijîn, gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi çalakiyên cur bi cur hate bîranîn. Hemû çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star ve hatin organîzekirin.

Gerîlaya PKK᾿ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17᾿emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî ku li hemberî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, li dijî leşkerên Tirk pêk anî û di encamê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve li Dêrik, Efrîn, Hesekê, Tirbespiyê, Heleb, Şam, Minbic, Girkê Legê, Kobanê, Dirbêsiyê û Lubnanê hate bîranîn.

DÊRIK

Li Dêrikê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 17᾿emîn salvegera gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) merasimeke leşkerî bi beşdariya dehan şervanên tabûra Şehîd Sozdar lidar xist. Merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ᾿ê Meysa Ebdo axivî û çalakiya Zîlan bi bîranî. Ebdo şervanên YPJ᾿ê Silava û Xemlîn ên ku di pevçûnên li Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anîn.

Li aliyê din Yekîtiya Star bi beşdariya sedan kesî ji şêniyên Dêrik û herêma Beravê şahiyek lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Roza Yûsif axivî û Zîlan bi bîranî. Şahî bi stran, şano û govendên Koma Ava Mezin, Zîlan, Roj û Cûdî dom kir.

EFRÎN

Li Efrînê jî tabûra Şehîd Rûken a YPJ᾿ê merasimeke leşkerî lidar xist. Di merasimê de endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ᾿ê Rojda Efrînî axivî û da zanîn ramanên ku Zîlan li ser meşiya xeta azadiyê ya ku hemû jinên Kurd li ser dimeşin û got: “Pêwîste hemû jin û keçên ciwan ên kurda bibin Zîlan.”

Li aliyê din meşeke girseyî ji ber sêkoşeya Raco ya Efrînê destpê kir. Meşa girseyî li ber Parka Marxo ya li taxa Zêdiyê bi dawî bû û li vir meş veguherî şahiyê. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Arşem Kurdman axivî û bal kişan li ser axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser çalakiya Zîlan. Di şahiyê de nameya Zîlan ji aliyê Cîhan Efrînî ve hate xwendin. Şahî bi axaftinên Endama Yekîtiya Star Hêvîn Hesen û endama YPG᾿ê Nadjînda Mele Reşîd berdewam kir. Şahî bi stran û şanoyên Koma Navenda Çand û Hunerê ya Efrîn bi dawî bû.

HESEKÊ

Li Hesekê jî Yekîtiya Star bi alîkariya Saziya Çand û Hunerê ya bajêr şahiyek  lidar  xist. Şahî bi beşdariya dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Şahî bi stran û şanoyên koma Tolhildan dom kirin. Di berdewama şahiyê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Şêrîn Oso axivî û bal kişan ku jinên Rojava dê li ser xeta berxwedanê ya Zîlan tekoşîna xwe heta serkeftinê dom bikin. Her wiha di şahiyê de aliyê PYD’ê û Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hatin kirin.

Berî ku şahî bidawî bibe kombûna newiyên Barzanî tevlî şahiyê bûn û helwesta xwe ji bo yekîtiya gelê Kurd nîşan dan.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê jî şahiyek bi beşdariya sedan kesî li meydana Şehîd Luqman hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên axivî û jina tekoşer Zîlan bi bîranî. Hisên, bal kişand ser êrîşên dawî li Amûdê ser YPG᾿ê pêk hatin û da zanîn ku ev planeke ji bo gelê kurd bi xwe şerê hev bikin hatiye kirin û banga hişyariyê li gelê Kurd kir.

Şahî bi stranên Koma Xebat dom kir, di dawiya şahiyê de sînevizyonek li ser jiyana Zîlan hate pêşkêş kirin.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piranî Kurd lê dijîn jî bi beşdariya dehan jin civîn hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Yekîtiya Star Gulan Kawa axivî û bal kişand ser berxwedana Zîlan û da zanîn ku Zîlan bûye nimûneya jina kurd a tekoşer. Kawa, bal kişand ser bûyerên dawî li Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku êrîşên Amûdê jî di çarçoveya êrîşên Efrînê de pêk hatiye. Civîn bi sloganên “Bijî Serok Apo û Şehîd Namirin” bi dawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê jî li Akademiya Şehîd Xebat a YPJ᾿ê merasima bîranînê hate lidarxistin. Merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ᾿ê Sekîne Mihemed axivî û bal kişand ser berxwedana Zîlan. Di merasimê de nameya Zîlan ji aliyê endama YPJ᾿ê Şervîn Cimo ve hate xwendin. Merasim bi stranên Koma Botan bidawî bû.

Yekîtiya Star jî bi alîkariya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, li navenda Çand û hunerê ya Baqî Xido şahî lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre nameya Zîlan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsîbû ji aliyê Cîhan Hesen ve hate xwendin. Di berdewama şahiyê de Hevseroak Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehîde Eyûb axivîn û di şexsê Zîlan de hemû jinên tekoşer bi bîranîn. Di şahiyê de sînevizyon li ser jiyana Zîlan hate pêşkêşkirin. Şahî bi stranên Koma Botan bi dawî bû.

 MINBIC

Li Minbicê jî bi beşdariya sedan kesî civînek hate lidarxistin. Di nava beşdaran de gelek welatiyên ereb jî hebûn. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre nameya Zîlan hate xwendin. Endama Yekîtiya Star Ebîr Mehmûd axivî û Zîlan bi bîranîn. Di dawiya civînê de şanoyek li ser berxwedana Zîlan ji aliyê Koma Aştî ve hate pêşkêşkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li gundê Dêrna Axê ya Girkê Legê jî merasima bîranînê hate lidarxistin. Merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ᾿ê Tekoşîn Dêrik axivî û bal kişand ser berxwedana Zîlan û çalakiya wê ya fedayî.

Li aliyê din Yekîtiya Star li navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan bi beşdariya sedan kesî şahiyek lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama kordînasyona Yekîtiya star Dicle Serêkaniyê axivî û bal kişand ser berxwedana Zîlan û rola wê di tekoşîna jinên Kurd de. Şahî bi stran û şanoyên koma Zarokan bi dawî bû.

ŞAM

Li taxa Zorava ya Paytexta Sûriyeyê Şamê, bi heman armancê Yekîtiya Star bi beşdariya sedan jinan şahiyek lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre nameya Zîlan ji aliyê Endama Yekîtiya Star Newroz Xelîl ve hate xwendin. Di berdewama şahyê de birayê tekoşerê kurd Cîhad Dîrik ê ku bi armanca şermezar kirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amûdê agir berda bedena xwe û di encamê de jiyan xwe jidest,  axivî. Şahî bi stranên koma Serhed a Zarokan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê jî bi beşdariya sedan jinên Kurd bi cilên xwe yên netewî merasima bîranînê hate lidarxistin. Merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Yekîtiya Star Beyan Ehmed axivî û çalakiya fedayî ya Zîlan bi bîranî. Di merasimê de nameya Zîlan ji aliyê endama Yekîtiya Star Minewer Feno ve hate xwendin. Merasim bi stran û govenda Koma Zîlan bi dawî bû.

LUBNAN

Li Lubnanê jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şahiyek bi beşdariya sedan kesî li dar xist. Di şahiyê de peyama Yekîtiya Star hate xwendin. Peyamê bal kişand ser çalakiya fedayî ya Zîlan. Şahî bi stran û govenda koma Bêrîtan, Welatê Rojê û Konfederasyona Xwendekaran bi dawî bû.