Li Rojava li 6 navendan gerîlaya PKK'ê Bêrîtan hate bibîranîn
Li Rojava li 6 navendan gerîlaya PKK'ê Bêrîtan hate bibîranîn
Li Rojava li 6 navendan gerîlaya PKK'ê Bêrîtan hate bibîranîn
Yek ji fermandarên PKK’ê Gulnaz Karataş a bi nasnav Bêrîtan ku disala 1992’yan de di şerê bi Tirkiyê û PDK’ê de bi çalakiya xwe di dîroka kurdan de cihekî girîng girt, di 21’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hate bibîranîn.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê Yekîtiya Star bi beşdariya hezaran kesan meşek lidar xist. Di meşa ku ji ber Meydana El-Sînaa bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de wêneyên Bêrîtan hatin vekirin û dirûşmên wekî “Bijî berxwedana şehîd Bêrîtan” hatin berzkirin.
Piştî meşa ku li ber Mala Gel bidawî bû, li ser navê Mala Gel, Partiya Çep a Kurd û Yekîtiya Star axaftin hatin kirin. Piştre helbestvan Ferhad Merdê hin helbestên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Zîlan jî şanoyek li ser jiyana Şehîd Bêrîtan pêşkêş kir.
Navenda Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî jî bi heman mebestê ji bo şagirtên saziyê civînek lidar xist û Bêrîtan bibîr anî.
SERÊKANIYÊ
Li bajarê Serêkaniyê jî Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hunerê fîlmek li ser jiyana Bêrîtan pêşkêş kir. Bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn û fîlm temaşe kir.
EFRÎN
Li bajarê Efrînê jî Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Ruken bi beşdariya dehan ciwanan civînek lidar xist. Di civînê de Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sema Sariya li ser berxwedana Bêrîtan axaftinek kir û got ku Bêrîtan bi çalakiya xwe nîşan daye ku jinên Kurd dikarin li hemberî zihniyeta zilam liberxwe bidin. Piştî axaftinê fîlmê li ser jiyana Bêrîtan hate pêşkêşkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan jî bi heman armancê bi beşdariya dehan welatiyan civînek lidar xist.
TIRBESPIYÊ
Li herêma Tirbespiyê ji aliyê Yekîtiya Star ve Saziya Çand û Hunerê ve bi beşdariya dehan kesan civîn lidar xistin.Di civînê de Endama Yekîtiya Star Leyla Ehmed li ser jiyan û fikira Bêrîtan axivî. Koma Xebat jî şanoyek bi navê “Bêrîtan” pêşkêş kir.
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li navenda xwe bi beşdariya dehan jinên ciwan civînek lidar xist û fîlmê li ser jiyana Bêrîtan hate pêşkêş kirin.
Li herêma Sinciqê ya girêdayî Tirbespiyê jî bi dehan welatiyên herêmê û şervanên YPG’ê li gundê Sîha Biçûk civînek hate lidarxistin.
Li herêma Aliyan û Cerhê jî li gundê Meeşûq ji aliyê Yekîtiya Star ve civînek hate lidarxistin.
HESEKÊ
Li Taxa Muftî ya bajarê Hesekê bi beşdariya dehan welatiyên li Navenda Çand û Hunerê civînek hate lidarxistin. Di civînê de axaftin hatin kirin û Koma Tolhildan jî şanoyek bi navê “Xayîntî” pêşkêş kir. Di dawiya bernameyê de jî fîlmê Bêrîtan hate pêşandan.
AMÛDÊ
Li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî bi beşdariya dehan welatiyan civînek hate lidarxistin. Her wiha fîlmê Bêrîtan hate pêşandan.