Li Reyhanliyê hejmara miriyan derket 52 an

Li Reyhanliyê hejmara miriyan derket 52 an

Li navçeya Hatay Reyhanliyê, hejmara kesên di teqînên 11'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, derket 52'an.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, kûaforê 55 salî Mûstafa Kûday ê di teqîna yekemîn a li ber avahiya Şaredariya Reyhanliyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Bavê 6 zarokan Mûstafa Kûday, li Nexweşxaneya Dewletê ya Edenê ku dihat dermankirin, şeva Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Kûday piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Edenê, wê bişînin mala wî ya li taxa Degîrmenkarşi ya Reyhanliyê. Cenazeyê Kûday wê piştre li goristana gundê Mayadali yê navçeya Altinozu were veşartin.