Li Rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 3 lêpirsîn, 9 doz
Hacay Yilmaz piştî ku bû rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 9 doz lê hatin vekirin û ket ber 3 lêpirsînan. Yilmaz diyar kir ku doz hemû siyasî ne û got, "Eger karê ez dikim sûc be, ez ê vî sûcî her dewam bikim."
Hacay Yilmaz piştî ku bû rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 9 doz lê hatin vekirin û ket ber 3 lêpirsînan. Yilmaz diyar kir ku doz hemû siyasî ne û got, "Eger karê ez dikim sûc be, ez ê vî sûcî her dewam bikim."
Hacay Yilmaz piştî ku bû rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 9 doz lê hatin vekirin û ket ber 3 lêpirsînan. Yilmaz diyar kir ku doz hemû siyasî ne û got, "Eger karê ez dikim sûc be, ez ê vî sûcî her dewam bikim."
4 JÊ CEZAYÊ GIRAN, 9 DOZ LÊ HATIN VEKIRIN
Hacay Yilmaz, piştî ku bû rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê, bênavber doz lê tên vekirin û dikeve ber lêpirsînan. 4 jê li Dadgeha Cezayê Giran bi giştî 9 doz li Yilmaz hat vekirin. Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Îzmîrê jî, ji ber 3 lêpirsînan bang li Yilmaz ir ku îfadeyê bide.
Yilmaz, ji ber axaftineke xwe ya li aktîvîteyeke rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de, bi sûcdariya "Propaganda rêxistina terorê, pesindayîna sûc û sûcdar, destekkirina berxwedana Gezî" doz lê hat vekirin. Her wiha ji ber axaftinên xwe yên li Newrozê û mîtîngên 15'ê Sibatê ket ber lêpirsînê.
Hacay Yilmaz ku piştî berxwedana Tarîş a dema darbeya 12'ê Îlona 1980'ê ya leşkerî hat girtin, pênc sal û nîvan li girtîgehê hat ragirtin. Dûre ji ber pirtûkên nivîsandî bi îdîaya 'cihêkarî' kiriye, di demên cuda de sê salan li girtîgehê hat ragirtin.
Yilmaz li ser doz û lêpirsînên lê hatine vekirin, ji ANF'ê re axivî.
'BI ZANEBÛN RÊVEBERÊN HDP'Ê HEDEF TÊN GIRTIN'
Yilmaz da xuyakirin ku armanca HDP'ê desthilatdariya gelan e û got, "Yekane partiya ku îro li hemberû desthilatdariya AKP'ê û sîstemê mûxalefetê dike, HDP ye. Partiya Kurdan, mirovên ji ber nasname û baweriya xwe tine tên hesibandin, bindestan, kedkar, jin û mirovên ji ber zayenda xwe rastî cihêkariyê tên, e. Ji ber vê yekê HDP û rêveberên HDP'ê ji aliyê sîstemê û desthilatdariyê ve hedef hatine girtin. Tevî qirkirina li gelê Kurd tê kirin, dadgeh û dozgerî li dijî HDP'ê li ser kar in."
"EZ Ê VÎ 'SÛC'Î HER DEWAM BIKIM"
Yilmaz da xuyakirin ku pirsgirêka jiyanî û sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û got, "Pêvajo û Muqatabaka Dolmabahçeyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abirêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê afirandiye, girîng e. Ji ber ku me gotine; divê şert û mercên jiyanê yên afirînerê pêvajoya çareseriyê bên başkirin û azad bibe, doz li me tên vekirin. Ji ber ku me rastiya; PKK aliyeke, bilêv kirin, doz li me tên vekirin. Ev lêpirsîn û doz bi temamî siyasî ne. Eger ev sûc bin, ez ê vî sûcî her tim dewam bikim. Dozgerên dewletê jî wê her tim dozan vekin."
'LI DIJÎ KOMKUJIYÊ XWEPARASTIN'
Yilmaz bibîr xist ku HDP'ê bi serketina 7'ê Hezîranê re nehiştiye Tayyîp Erdogan bibe serok û got, "Bi taybetî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê desteka ji bo HDP'ê di ser rêjeya ji sedî 90'î de bû. Qesr û desthilatdariya AKP'ê niha hewl didin bi şer û komkujiyan re gelê Kurd ceza bikin. Bi hemû amûrên xwe yên şer re dor li qadên sivîlan digire. Bombeyan li ser dibarîne. Bêguman gelekî rastî komkujiyê bê, wê xwe biparêze û sekna gelê Kurd jî di vî warî de sekna xweparastinê ye."