Li Rennesê tûrnûvaya futbolê û pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li bajarê Rennes ê Fransayê, salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi tûrnûvayeke futbolê û çalakiyekê hate pîrozkirin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê, salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi tûrnûvayeke futbolê û çalakiyekê hate pîrozkirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Hevserokên Komeleya Civaka Demokratîk a Amara Melîke Balta û Sedat Sevîndîr piştre axivîn û bal kişandin ser girîngiya pêngavê.
Piştre tûrnûvaya futbolê dest pê kir û 6 tîmên futbolê têkoşiyan. Di encamê de tîmên Melekê Tawiz û Cenga Heftanînê derbasî fînalê bûn.
Di fînalê de jî tîma Melekê Tawis bi ser ket. Piştî tûrnûvayê hunermend Diyar stranên xwe got û çalakî bi dawî bû.