Li Rennesê konên agahdarkirinê hate vedan

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û tenduristiya wî û bal kişandina ser çalakiyên greva birçîbûnê yên hatine destpêkirin, li Renesê çalakiyek hate kirin.

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û tenduristiya wî û bal kişandina ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dabû û dîsa çalakiyên girtiyên PKK’yî û PAJK’ê li gel bajarê Strasaboûrg ê Fransayê hatiye destpêkirin, konê agahdarkirinê hate vedan.

Çalakiya li Qada Rebûplîqûe hatî kirin, hate ragihandin ku çalakiyên ji bo Ocalan tên kirin pêvajoyê diyar dikin.