Li Reîmsê ji bo Cizîr û Sûrê şeva piştgiriyê
Li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê şevek hat lidarxistin.
Li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê şevek hat lidarxistin.
Li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê şevek hat lidarxistin.
Şeva bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre bal hat kişandin ser girîngiya Projeya Malbata Bira ya li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê hat destpêkirin.
Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav li şevê axivî û got, "Dewleta Tirk bi stratejiya parçe bike û bi rê ve bibe, bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hînê ciwan, jin û zarokên gelê Kurd qetil dike."
Nûnerê Partîzan ê li Reîmsê jî di şevê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê. Nûner got, "Mîna şervanên me yên li Dersîmê, li Kobanê li çiyê şer dikin, em jî li cem berxwedana bi rûmet a gelê Kurd in." Nûnerê Partîzan, berxwedêrên li Kurdistanê silav kir.
Her wiha bang li hemû şoreşger û demokratan hat kirin, ku beşdarî rûniştina 17'ê Hezîranê ya darizandina 10 şoreşgerên girtî bibin.
Di şeva piştgiriyê de Hozan Comert, Rûken Neval, Ahmet Deza û Serhado stranên xwe gotin. Şev bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namırın" û "Bijî Serok Apo" dawî bû.