Li Rebîa operasyona YPG-Pêşmerge didome
Li Rebîa operasyona YPG-Pêşmerge didome
Li Rebîa operasyona YPG-Pêşmerge didome
Li Rebîa danê sibehê hêzên YPG’ê û pêşmergeyan bi awayekî bi koordîne operasyonek destpê kirin, di operasyonê taxeke bajarok û hin nuqteyên stratejîk ketin destên YPG’ê. Hêzên pêşmerge jî ji bakur ber bi navenda bajarok ve meşiyan. Şer û pevçûn didomin.
Li herêma Kobanê ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin, Çeteyên DAIŞ bi piştgiriya hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê re bi hêzeke mezin êrîşî xeta Rebîa-Cezaa-Şengal dike. Pêngava dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember êrîşên ji 26’ê Îlonê ve didome.
Hêzên YPG’ê û pêşmerge li hember bajaroka Rebîa li dijî çeteyên DAIŞ vê sibehê operasyonek dabûn destpêkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ya tekildarî rewşa dawî ya operasyonê daxuyaniyek da diyar kir ku operasyona bi koordîne ku YPG’ê ji rojava û pêşmergeyan ji bakur û bakurêrojava dane destpêkirin bi awayekî koordînekirî didome.
Navenda Çapemeniya got, “Hêzên YPG’ê taxek Rebîa û hin nuqteyên stratejîk bi dest xistine” û anî ziman ku hêzên pêşmerge jî ji ser rêya Mûsilê pêşde diçe.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Tevgera ku şervanên me ji rojavayê deriyê Til Koçerê û hêzên Pêşmerge jî ji bakur û bakûrê rojava ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li bajaroka Rebîayê dane destpêkirin didome.
Hêzên me di vê operasyonê de taxek Rebîa û hin deverên stratejîk xistin bin kontrola xwe.
Hêzên pêşmerge jî li bakurê bajarokê ve pêşve çûne û gihiştine nexweşxaneyê. Li derdora nexweşxaneyê şer dewam dike. Hêzên pêşmerge li ser riya Mûsilê jî pêşve diçin û hewl didin ji aliyê rojava ve bikevin bajarokê.
Li bajarok şer dewam dike û der barê encamê de wê paşê agahî zelal werin dayîn."