Li Rebîa ji YPG û pêşmergeyan dijî DAIŞ operasyon
Li Rebîa ji YPG û pêşmergeyan dijî DAIŞ operasyon
Li Rebîa ji YPG û pêşmergeyan dijî DAIŞ operasyon
Li hemberî bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê hêzên YPG’ê û pêşmergeyan operasyonek hevpar li dar xistin.
Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniya da de wiha got: “30’ê Îlonê (îro) saetên sibê li hemberî bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê, hêzên me yên YPG’ê ji aliyê deriyê Til Koçer ve, hêzên pêşmergeyan jî aliyê bakurê rojava ve êrîşekî berfireh dane destpêkirin. Li hemberî çeteyên DAIŞ hêzên YPG’ê û pêşmergeyan êrîşa li herêmên xwe dane destpêkirin bi şêweyekî koordîne dewam dike.”
Li Kerkûk jî HPG û hêzên pêşmergeyan li dijî DAIŞ operasyonek hevpar dane destpêkirin.
Di saetên sibê de li herêma navbera bajarê Kerkûk û Dakukê de hêzên HPG, pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ şer û pevçûnên dijwar ên rû dan berdewam dikin.