Li Ranyayê Viyan Caf hate bîranîn
Li Ranyayê Viyan Caf hate bîranîn
Li Ranyayê Viyan Caf hate bîranîn
Li bajarokê Sengeser yê girêdayî navçeya Ranya 7'mîn salvegera şehadeta Viyan Caf (Soran) ku di 2’ê Sibata 2006’an de ji bo ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike agir bi bedena xwe xistibû, bi pêşengiya RJAK’ê hate bibîranîn.
Li gundê Tûsûranî yê giridayî bajorêkê Sengeser yê Ranyayê şervana Kurd Viyan Caf ji bo ku êrîşên tasfiyekirinê yên li ser gelê Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike û raya giştî şiyar bike agir bi bedena xwe xist û gihişt karwanê şehîdan, bi merasîmekê di bin pêşengiya Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK ) ve hate bîranîn.
Merasîma bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir û piştre nameya kû Viyan Caf ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, malbata xwe û ciwanên Kurd re nivîsîbû ji aliyê Awaz Îsmaîl ve hate xwendin. Piştî xwendina nameyên Viyan Caf ji aliyê endama RJAK’ê Çîçek Harûnî ve jiyana têkoşera azadiyê Viyan Caf ji beşdarvanan re hate xwendin û piştî xwendina jiyana Caf bidawî bû ji aliyê beşdarvanan ve guftugo û nîqaş li ser jiyana Viyan Soran hatin kirin. Bi vî awayî merasîma bîranînê bi nîqaşên beşdarvanan dewlemend bû û piştî nîqaşan merasîma bîranînê bi sloganan bidawî bû.