Li Qûdsê bi hezaran kesî Netanyahû protesto kirin
Ji bo îstifakirina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi hezaran kes li Qûdsê daketin qadan.
Ji bo îstifakirina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi hezaran kes li Qûdsê daketin qadan.
Çalakiya protestoyî êvara Sêşemê pêk hat û pankartên bi nivîsa "Nelirêtiya Netanyahû me nexweş dixîne", "Netanyahû îstifa" hatin hildan.
Amadekaran bi taybetî bang kiribûn ku 14'ê Tîrmehê di salvegera 231'ê ya Şoreşa Fransayê de bi daxwaza "azadî, wekhevî û biratiyê" çalakî bê lidarxistin.
Çalakgeran diyar kirin ku vîrûsa kujer Covîd-19 nîne, nelirêtî ye.
Netanyahû bi nelirêtî, sextekarî û îstîsmarkirina pêbaweriyê tê sûcdarkirin. Tê payin ku rûniştina doza derbarê wî 19'ê Tîrmehê pêk were.