Li Qoser û Bûrsayê serdegirtina malan: 18 binçavkî

Li Qoser û Bûrsayê serdegirtina malan: 18 binçavkî

Li navçeya Qosera Mêrdînê û navçeya Yildirim ya Bûrsayê di ser malan de girtin û herî kêm 18 kes binçavkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, dibe hejmara binçavkirina zêde bibe. Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Qoserê.

Di demjimêrên serê sibehê de di ser malên li Taxa Yavûz Selîm ya navçeya Yildirim ya Bûrsayê de girtin û herî kêm 8 kes binçavkirin. Hate hînbûn ku di nava binçavkiriyan de Rêveberê BDP’ê yê Bajar Mahîr Tang, endamê partiyê Ferhat Goren û 6 kesên din yên navên wan nehatin zanîn hene. Hate diyarkirin ku, di çarçoveya bûyerên di meha Mijdarê de li navçeyê qewimîbûn hatine binçavkirin û birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan ya Bûrsayê.

Di meha Mijdarê de ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê BDP’ê xwest meşekê li darxîne û rastî êrîşa koma nîjadperestan hatibûn, bi vê hincetê ev du mehe li navçeyê rêveber û endamên BDP’ê têne binçavkirin. Di bûyerên ku bi rojan berdewam kirin de mal û kargehên Kurdan hatibûn serûbin kirin lê belê yek êrîşkar jî nehatibûn binçavkirin. Li rexmî ku nêzî du meh li ser bûyerê re derbaz bûye jî di nav de endam û rêveberên BDP’ê jî heyî 16 kes hatibûn girtin.