Li Qibrisê û Viyanayê DYA hate şermezarkirin

Li paytexta Qibrisê Nîcosîa û li paytexta Avûstûryayê Viyanayê biryara DYA'yê ya li ser qedroyên pêşeng ên PKK'ê hate şermezarkirin.

Kurdan li paytexta Qibrisê Nîcosîayê bi çalakiyekê biryara DYA'yê ya li ser qedroyên pêşeng ên PKK'ê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan, şermezar kirin.

Di çalakiyê de gelek caran hate gotin, ''Bijî berxwedana PKK'ê, bijî Serok Apo'' , ''Dîktator Erdogan'', ''Tirkiyeya faşîst'', ''Em xelata pereyan ku DYA'yê danî ser şervanên tevgera azadiya Kurd şermezar dikin''.

Di çalakiyê de her wiha hate gotin biryara DYA'yê berdewama komploya navdewletî ye.

VIYANA

Li paytexta Avûstûryayê Viyanayê jî biryara DYA'yê hate şermezarkirin.

Çalakiya ku duh li ber konsolosxaneya DYA'yê dest pê kirî îro jî berdewam kir.

Di çalakiyê de pankartek hate vekirin, ku li ser pankartê wêneyên Bayik, Karayilan û Kalkan hebûn. Her wiha postorên Ocalan jî hatin hildan. Çalakî heta Înê wê berdewam bike.