Li Qeyseriyê li hemberî xwendekarên kurd êrîş

Li Qeyseriyê li hemberî xwendekarên kurd êrîş

Li Qeyseriyê komeke faşîstên nîjadperest, li hemberî xwendekarên kurd êrî pêk anîn û du xwendekarên kurd birîndar bûn. Xwendekarên çûn qerekolê û îfade dan hat hînbûn ku rewşa wan baş e.

Li Qeyseriyê xwendekarên kurd rastî êrîşa komeke faşîst hat. Hefteya borî êrîşa di derketina Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Erciyesê pêk hat, duh êvarê careke din saet di 23.00’an de pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin faşîst ji wesayîteke Honda ya bi spî derketine û êrîşê du xwendekarên kurd kirine. Êrîşkaran li xwendekarên bi navê Î.T û H.G dan. Hat hînbûn ku rewşa xwendekaran baş e û serî li qerolê dane.

Xwendekarên agahî dan ANF’ê diyar kir ku komên nîjadperest malên xwendekarên kurd tespît kirine û êrîşan li hemberî wan pêk tînin. Xwendekaran fikarên xwe anîn ziman û diyar kirn ku polîs û rayedar li dijî van bûyeran bê deng dimînin û banga hestiyariyê kirin.