Li Qeyserî li himberî HDP’ê hewldana lînçê
Li Qeyserî li himberî HDP’ê hewldana lînçê
Li Qeyserî li himberî HDP’ê hewldana lînçê
HDP’ya bajarê Qeyserî ji bo serbestberdana parlementerên BDP’ê xwestin çalakiyek lidar bixin, lê belê komek faşîst hewldan bikevin avahiya HDP’ê. HDP’yî 2 saetan di avahiyê de asê man. Liser mudaxeleya polîsan koma faşîst belavbûn û libajar alozî bidawî bû.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya Qeyserî ji bo balê bikişîne ser girtina parlementerên BDP’ê yên girtî, xwest daxuyaniyek çapemeniyê bidin. Di dema daxuyaniyê de komek faşîstan dor li avahiya HDP’ê girtin.
Di derbarê bûyerê de parlementerê BDP’ê Xelîl Aksoy ku ji bo hinek pîrozbahî û şahiyan li bajêr bû, ji ANF’ê re agahî dan. Aksoy di derbarê bûyerê de wiha got: “ me li bajêr ji dûh de hinek civîn û serdanên esnafan me kirin. Îro jî em bi ciwanan re hatin cem hev. Piştî wê me xwest li himberî helwesta dadgehê ya ku serbestberdana parlementerên BDP’ê red kir, daxuyaniyek ya çapemeniyê bidin. Di dema daxuyaniyê de komek faşîst ji 500-600 kesî pêk dihat, berbi avahiya partiyê ve birêketin û dor li avahiyê girtin û avahî dan ber keviran.”
Aksoy da diyar kirin ku, ew di avahiyê de 2 saetan mane asê. Liser mudaxeleya polîsan koma faşîst belav bûne û libajêr alozî bidawî bûne.