Li Qers û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Qers Qaxizmanê 7 xwendekarên zanîngehê, li Stenbolê jî 7 kesên tê îdîakirin ku pêwendiya wan bi çalakiya Veznecîler heye, hatin binçavkirin.

QERS
Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê, polîs û tîmên taybet ên Tirk bi ser Komeleya Xwendekarên Qaxizmanê (DAO-DER) û malên xwendekaran de girtin. Di serdegirtinê de ciwanên bi navê Vedat Burak, Yilmaz Korkmaz, Şiyar Yildirim, M. Emîn Umay, Gamze Yîgîter, Gamze Demîrbaş û Guler Bora hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûreyeta Polîsan a Navçeyê. Xwendekarên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, tê gotin wê wan roja Duşemê wan bibin edliyeyê.
STENBOL
Li Stenbolê, lêpirsîna 7 kesên tê îdîakirin pêwendiya xwe bi çalakiya li Veznecîlerê heye, dewam dike.
Di 7'ê Hezîranê li rawestgeha Veznecîlerê ya Stenbolê li hemberî 2 otobusên polîsên hêzên pispor ji hêla Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) ve bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hatibû lidarxistin. Bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi bûyerê re hene 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeyan 5 kes hatin berdan. Lê 7 kes hê di binê çavan de ne û lêpirsîna wan dewam dike.