Li Qereyazi û Xîzanê binçavkirin

Li Qereyazi û Xîzanê binçavkirin

Li Qereyaziyê, bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî dikandaran dikanên xwe venekirin, şêniyên navçeyê jî ber bi Midûriyeta Emniyetê meşiya.

Li navçeya Erzîrom Qereyaziyê, polîsan û tîmên taybet danê sibê avêtin ser zêdeyî 30 malan û herî kêm 15 kes kirin binçavan. Li navçeyê, dikandaran ji bo rewşê protesto bikin dikanên xwe venekirin û gel jî li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê kom bûn, ber bi avahiya qeymeqamiyê ve meşiya. Girseya gel bi dirûşman rewş protesto kir û berê xwe da Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Girseya gel vê gavê li ber emniyetê ye.

Li navçeya Bedlîs Xîzanê jî di serdegirtina malan de hat ragihandin ku 16 kes hatine binçavkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe.