Li qawûşên girtiyan nexweşên bi korona hatin bicihkirin

Li qawûşên Girtîgeha Kirikkaleyê ya girtiyên siyasî lê dimînin, nexweşên bi korona hatin bicihkirin.

Di dema li girtîgehan binpêkirina zêde dibin de, li gorî tendirûstiya hiqûqa cîhanî tevger nayê kirin. Li Saziya Cezayê Înfazê ya Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê, li qawûşên girtiyên siyasî girtiyên bi nexweşiya korona hatine bicihkirin û hate zanîn ku li girtîgehê nexweşî belav bûye.

Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku nexweşên bi korona di nava wan de bi cih kirine. Girtiyan bi rêya malbatên xwe xwestin tedbîrên lezgîn bên girtin. Malbatên girtiyên siyasî jî bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin rayedar mudaxaleyî vê yekê bikin. Malbatan diyar kirin ku berê jî pirsgirêkên bi vî rengî derketibûn holê.