Li Qahîreyê êrîşên dijwar û pevçûn berdewam dikin

Li Qahîreyê êrîşên dijwar û pevçûn berdewam dikin

Polîs û leşkerên Misrê yên êrîşî birin qadên ku bi hefteyan e alîgirên Serokkomarê berê yê Mûrsî çalakiyan dikin, bajêr veguherandin gola xwînê. Di êrîşan de ku pevçûn berdewam dikin bi sedan kuştî û birîndar hene.

Polîs û leşkerên Misrê danê sibê bi panzer, bombeyên gazê û çekan êrîş birin ser Qada Nahda ya li herêma Rabiatul Adeviyye ku bi hezaran alîgirên Mûrsî li wan deran kon vedabûn. Di mudaxeleyê de ku kon bi dozeran hatin hilweşandin tê ragihandin ku bi sedan kuştî û birîndar hene.  

Hat ragihandin ku li morga seyar a li herêma ku aligirên Mûrsî lê dimînin 94 cenaze hene. Rêxistina Birayên Misliman ragihand ku nêzî 300 mirovî jiyana xwe ji dest daye, rayedarên Misrî jî îdiakirin ku tenê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Birayên Misliman ku êrîş wek qetlîam bi nav kirin, bang kir da ku raya giştî ya navneteweyî bikeve dewreyê û qetlîamê rawestîne.   

Rayedaran desnîşan kirin ku Qada Nahda ya li nêzî Zanîngeha Qahîreyê bi temamî hatiye valakirin û li qada li derdora Mizgefta Rabiatul Adeviyye jî mudaxele dewam dike. Di êrîşan de bi awayekî zêde bombeyên gazê û guleyên bi rastî tên bikaranîn, Wezareta Karên Navxweyî jî îdia kir ku guleyên rastî nehatine bikaranîn.  

Girseyên qelebalix ji ber ku Mûrsî ji Serokkomartiyê hat dûrxistin bi bertek û aciz in ev 6 hefteyên dawî li Qada Nahda ya li Rojavayê Qahîreyê û li derdora Mizgefta Rabiatul Adeviyye kom bibûn.

Kolanên li derdora qadan ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û hîn jî ji herêmê dengên guleyan tên. Li qadên ku bûyer rû didin dûman bilind dibin.