Li qada berxwedanê alên KCK û PKK'ê
Li qada berxwedanê alên KCK û PKK'ê
Li qada berxwedanê alên KCK û PKK'ê
Çalakî û berxwedana ji bo parastina Parqa Geziyê di roja 10'an de dewam dike. Bi hezaran kesên li Parqa Gezî û Qada Taksimê kom bûne, li dora konên xwe govendê digirin û çalakiyên xwe yên li dijî projeya hilweşîna Parqa Geziyê dewam dikin. Di nava çalakgeran de alên KCK û PKK'ê yên li qadê bilind bû bala her kesî kişand ser xwe. Li konê BDP'ê jî çalakiyê bi sirûd û govendê heta serê sibê dewam kir.
Çalakiyên ji bo parastina Parqa Geziyê yên li Qada Taksimê û Parka Geziyê 10 rojin dewam dike. Şevê din jî bi hezaran kesên ku li Parqa Geziyê û Qada Taksimê kom bûn li derdora konên xwe heta serê sibê bi govend, stran û bernameyên cuda çalakiyên xwe berdewam kirin. Bi hezaran kesên li Parqa Geziyê û Qada Taksime kom bûn, pankartên "Seha hewayê ya bê Tayyip û bê taciz", "Dest ji karê malê berde bila cîhan raweste", "bila zindan hilweşin hemû girtî azad bibin", "Bimre dîktatoriya hikûmeta AKP'ê û polîsê faşist", "Tayyip istifa", "Kêf kenê berxwedanê ye", "Şoreş dê vê qirêjiyê paqij bike" vekirin. Li nava Parka Geziyê nokteya "Cihê gihiştina hev a xwendekarên zanîngehê" hat avakirin û sînevîsyona tundiya polîsan a li tevahiya welat hat nîşandan. Girsê heta serê sibê li gel def, zurne û stranan govend gerandin.
Li konê BDP'ê jî heta serê sibê govend hat gerandin û sirûd hatin xwendin. Li qadê alên KCK û PKK'ê hat vedan û vê yekê bala her kesî kişand ser xwe.
Girseya ku li qadê kom bû û çalakî pêk anîn heta bi xwe çop û gemara xwe kom kirin û derdorê xwe bi xwe paqij kirin.